Êrîşkarên di Meclîsa Îranê de tev hatin kuştin
Hat ragihandin 4 êrîşkarên ku êrîşî meclîsa Îranê kiribûn bi operasyona ku hat lidarxistin hatin kuştin û qeyrana rehîneyan jî bi dawî bû.
Weke ku tê zanîn di wextên şeveqê de kesên êrîşkar ên çekdar êrîşî Meclîsa Îranê kirin û çend kesan rehîne girtin.
Arîkarê Wezîrê Karên Hundir ê Îranê Huseyîn Zulfîkar di derheqê êrîşa ku hat kirin de daxuyanî da. Zulfîkar di daxuyaniya ku da de destnîşan kir kesên êrîşkar bi cil û lîbasên pîrekan ketina hundir û li ser xelkê ku li wê derê bûn de gule reşandine.
Mehdî Kiyayiyê Midûrê Giştî yê Pêwendiyên Bi Xelkê yê Meclîsa Şûraya Îslamî jî destnîşan kir Muhafizên Devrîmê rewşê xistine bin kontrola xwe û niha li meclîsê rûniştina vekirî tê kirin.
Hat ragihandin di êrîşa ku hat kirin de 12 kes jiyana xwe ji dest dan û 42 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.