Êrîşker Beriya Hadîseya Foçayê, 3 Cotyar Jî Kuştine

Êrîşker Beriya Hadîseya Foçayê, 3 Cotyar Jî Kuştine

Êrîşker Beriya Hadîseya Foçayê, 3 Cotyar Jî Kuştine

Di êrîşa Foçayê de du esker hatibûn kuştin, çend heb jî birîndar bûbûn. Li gor xeberan hatibû diyar kirin ku failên êrîşa Foçayê, mensûbên PKKê li Wêranşehrê hatibûn girtin. Yek jê hatibû kuştin.

Dîsa xeberan îddîa kir ku failên êrîşa Foçayê, beriya hadîseya Foçayê li gundê Bağarasiyê 3 cotyar jî kuştine. Polîs li ser sîlehên wan lêkolîna balîstîk kiriye. Li gor lêkolînê hat îddîa kirin ku her sê gundiyên Bağarasi jî ji teref wan hatine kuştin. Her sê gundî li nav erdên xwe kuştî hatibûn dîtin.

Li aliyê din hat beyan kirin ku piştî êrîşa li Bêşebabê, li herêmê operasyonek mezin tê rast kirin. Li çiyayê Kato û li çol û çiyayê Bêşebabê, bi helîkopterên qobra û skorsky û bi teyarên herbê yên ji Diyarbekir hildikişin, operasyon dewam dike. Hat îddîa kirin ku di êrîşa helîkopter û teyaran de gelek mensûbên PKKê hatine kuştin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.