Êş û elama zarokên xwe yên ku ji teref PKKê ve hatine şehîdkirin ji bîr nakin

Êş û elama zarokên xwe yên ku ji teref PKKê ve hatine şehîdkirin ji bîr nakin

Dema ku dîrok 23ê Çileya sala 1993yan nîşan dida rêxistina murted PKK du birayên bi navê Murat(19) û Abdurrahîm(17) Yildiz li Êlihê şehîd kir.

Ji ser şehîdkirina van her birayan 28 sal derbas bûn, lê belê dê û bavê van her du birayan êş û elama fîraqa zarokên xwe hêj dijîn.

Dê û bavê van her du şehîdan ji ber minasebeta salvegera şehadeta zarokên xwe çûn li ser qebra wan û ji wan re dia kirin û derbarê zarokên xwe de ji ÎLKHAyê re axivîn.

Faxreddîn Yildizê ku bavê şehîdan e derbarê mijarê de destnîşan kir, ji ber ku ew xwedîyê jiyaneke Îslamî bûn, rêxistina murted ew xistin hedefa xwe.

“Ji ber ku Misliman bûn hatin kuştin”

Yildiz di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, zarokên wî li taxê dersa Qur’anê didan zarokan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Berî vê 28 salan zarokên min ji teref PKKê ve hatin qetilkirin. Zarokên min helîm û selîm bûn.Her du lawên min jî li camîyê dersa Qur’anê didan zarokan. Rojekê dema ku ew ji camîyên vegerîyan li dikanê hatin kuştin. Zarokên min ji teref PKKê ve hatin şehîdkirin. Ew bes ji ber ku Misliman bûn hatin şehîdkirin. Em ê li axretê hisabê xwe ji wan bipirsin.”

“Xweda heqê me ji wan re nehêle”

Sadîya Yildiza ku dêya her du şehîdan e derbarê mijarê de destnîşan kir, derd û xema zarokên wî bes îhya kirina dînê Îslamê bû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ser şehîdkirina wan 28 sal derbas bûn. Lawê min Murat piştî ku li camîyê dersa Qur’anê da re vegerîya dikanê. Wan bê îmanan her du bira li wê derê şehîd kirin. Derd û xema zarokên wî bes îhya kirina dînê Îslamê bû. Her du lawê min nexasim jî Murad her roj piştî nimêja eşayê dersa Qur’anê dida zarokan. Xweda heqê me ji wan re nehêle.”

“Em ê vê zilmê çawa ji bîr bikin?”

Dîya her şehîdan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, zarokên wê ji teref PKKê ve hatine qetilkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lawên min Misliman bûn  kêfa PKKyîyan jî ji Mislimanan re nedihat.Heta ku em bimrin em ê wanan ji bîr nekin. Em ê vê zilmê çawa ji bîr bikin?Ew belesebeb hatin kuştin. Lawê min Murad pir kêfa wî ji Qur’anê û dersdayîna Qur’anê re dihat.Roja ku hat qetilkirin xwarina xwe nexwaribû û çûbû camîyê.Min jê re got ku xwarina xwe bixwe û dûre here, lê belê wî ji min re got ku, zarok ji bo dersa Qur’anê li benda min in. Zaliman di rêya vegerê ya camîyê de wî û birayê wî  li ber dikanê qetil kirin.”

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.