Esed Scûdan Bikar Tîne

Esed Scûdan Bikar Tîne

Li Gor Îddîayê Esed Li Ber Muxalîfan Fuzeyên Balîstîk Diceribîne

Xeberên ajansan îddîa kir ku serekdewletê Sûriye Beşar Esad, li ber muxalîfan fuzeyên Siqatê bikar tîne. Ji Natoyê wezîfedarek îfade kir ku di nava vê heftê de, rejîma Esed fuzeyên sqatê bikar aniye. Li gor îddîayê li Sûriyê fuzeyên balîstîk yên menzîlkin, hinek noqte kirine hedef.

Berdevka karên derve ya Emrîka Vîktorya Nûland diyar kir ku remjîma Esed, li ber muxalîfan fûze û bombên petrolê diceribîne. Nûland, tîpên fuzeyan zelal nekir.

Dinyayê fuzeyên Sqatê, di dewra Seddam Huseynê zalim de naskiribûn. Seddam van fuzeyan ji Rûsyayê stendibûn, ewilî li ber Îranê, dûre jî di herba xalîcê de, li ber Îsraîlê bikar anîbûn.

Li aliyê din tê îfade kirin ku li Sûriye, şer jî bi giraniya xwe dewam dike. Do êvarî li wezareta karên hundir êrîş hat kirin. Di êrîşê de 7 kes hatin kuştin, dora 40 kesî jî birîndar bûn.

bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.