Eserên Emrîka

Eserên Emrîka

Li Yemenê 8, Li Pakîstanê 11 Li Efğanîstanê Jî 12 Kes Hatin Kuştin

Wehşet û qetlîamên Emrîka, roj bi roj eşkere dibin. Emrîka fîtne û fesadiya xwe bi gelek awayî dimeşîne. Deverê ku ketiyê xirabî biriye wir. Kîn û nefret û dijminantî li wir raxistiye.

Do teyarên Emrîka yên bê însan li Yemenê êrîşî wesaîtan kir. Di qetlîama ku li Herêmê Hadra Mewtê hat rastkirin de, 8 kesên di wesaîtê de hatin kuştin. Roja çarşemê jî 4 mensûbên el Qaîde hatibûn kuştin.

Li Pakîstanê li bajarê Peşawerê wesaîteke bombekirî, li pazargeha Mattanî teqiya. Di teqînê de bi kêmanî 11 kes hatin kuştin, 20 kes jî birîndar bûn. Heta niha tu grûbê vê êrîşê negirtine ser xwe.

Li Efğanîstanê jî êrîş li merkezeke Natoyê hat kirin. Berdevkê bajarê Vardakê Şahîdûllah Şahîd da zanîn ku, êrîşkerek di ketina merkezê de, bombê li ser xwe diteqîne. Peyre qamyoneke bombekirî ya li ber merkezê jî diteqe. Di hadîseyan de 12 kes tên kuştin, gelek kes jî birîndar dibin. İSAFê beyan kir ku ji eskerên Natoyê tu kes nemirine. Hat îddia kirin ku Talîban êrîşê girtiye ser xwe. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.