Êsîrên pîrek ên Fîlîstînî, dûçarê şîddet û tacîza îşxalê têne

Êsîrên pîrek ên Fîlîstînî, dûçarê şîddet û tacîza îşxalê têne

Qlûba Êsîrên Fîlîstînî, diyar kir ku êsîrên pîrk ên Fîlîstînî, di zindanên Hasharona girtîyan de dûçarê lêxistin û lêgerînên tazî têne.

Zilm û zordarîya siyonistên îşxalker him li ser axên îşxalkirî him jî di zindanan de berdewam dike.

Derbarê zilm û zordarîya ku di zindanên îşxalkeran de tê kirin de ji teref kluba êsîrên Filistînî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin dema ku êsîrên Filistînî neqlî zindana îşxalkeran a Hasharonê hatin kirin, îşxalkeran li pîrekan dan û îşxalker bi şiklekî hovane bi wan re muamele kirin.

Pîrekeke Filistînî ya ku di destê îşxalkeran de êsîr e qala wan tiştên ku di dema neqilkirinê de bi serê wan de hat anîn de weha got:

”Me têxistin hicreyeke ku tije av bû û tev qirêj û gemar bû. Piştî ku li me dan û li hember me şiddet û tundîyê bi kar anîn xardîyanên îşxalker ên pîrek cil û bergên me dan derxistin û li ser me gerîyan.”

Pîrekeke din a êsîr jî derbarê heman zilm û zordarî û wehşeta ku di zindanan de têne kirin de tiştê ku hatiye serê wê anî ziman û got:

“3 xardîyan hatin bi şiklekî hovane li min dan û weke hovan bi min re muamele kirin. Dîsa heqaret û çêran li min kirin. Min û pîrekeke din avêtin hucreyê û cil û bergên me bi me dan derxistin û li ser me gerîyan.”

Li gorî daxuyanîya kluba êsîrên Filistînî ji 7ê Cotmehê vir ve zilm û zordarî û hovîtîya siyonistan a di zindanan de zêdetir bûye. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.