Eskerên rejîma terorê 3 xortên Filistînî qetil kirin

Eskerên rejîma terorê 3 xortên Filistînî qetil kirin

Eskerên îsraîla ku rejîma terorê ye li Qudsê 3 xortên din ên Filistînî qetil kirin.

Hat ragihandin eskerên îsraîla ku rejîma terorê ye li Qudsê li Deriyê Şamê xortekî û li Kolana Siltan Sileyman jî  2 xortên din ên Filistînî qetil kirin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin xort bi îddiaya ku teşebûsî êrîşî eskerên rejîma îşxalker kirine hatine qetilkirin.

Li gor agahiyên ku Wezareta Tenduristiyê yê Filistînê ragihandine li Qudsê xortên bi navê Bera Îbrahîm Salih, Adîl Hesen Ankuş û Amîr Muhammed Adulqadir Bedevî ji teref eskerên rejîma terorê ve bi iddiaya ku êrîşî eskerên îsraîla îşxalker kirine hatine kuştin.(ÎLKHA)








 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.