Esnafê Bedlîsê ji HUDA PARê re qala pirsgirêkên xwe kir
Serokê Bajarê Bedlîsê yê HUDA PARê xwediyên dikanên ku di rojevê de dê bergeha “Projeya Islihkirina li Ser Çem” de werin xwerakirin ziyaret kir.
Serokê Bajarê Bedlîsê yê HUDA PARê Celal Gul xwediyê dikanên ku di rojevê de dê bergeha “Projeya Islihkirina li Ser Çem” de werin xwerakirin ziyaret kir. Gul diyar kir ji bo ku re mexdûr nebin çi ji destê wan were dê ew bikin.
Serokê Bajarê Bedlîsê yê HUDA PARê Celal Gul xwediyê dikanên ku di rojevê de dê bergeha “Projeya Islihkirina li Ser Çem” de werin xwerakirin ziyaret kir. Gul rahihand ji bo ku esnaf şerpeze û mexdûr nebin çi ji destê wan tê dê ew bikin.
"Bitlis küçük bir köy haline gelmiş"
Serokê Bajarê Bedlîsê yê HUDA PARê Celal Gul ji bo çareseriyê çû cem esnaf da ku guhdariya wan bike. Gul di ziyareta xwe de diyar kir wek partî çi ji destê wan tê dê ew alîkariya esnafê bikin. Dûvre Gul wiha pê de çû: “Bajarê me bûye wekê gundekî. Bêkarî zêde ye. Em dibînin ku esnafê me nikare bixebite. Esnafê me yên ku bê sifteh dikanên xwe asê dikin hene. Bi taybet esnafê me ji ber ku dê dikanên li ser çem di bergeha “Projeya Islihkirina li Ser Çem” de werin xerakirin pirr endîşedar in. Wek partî em diçin cem hemî esnafan da ku guhdariya pirsgirêkên wan bikin.”
Esnafê halê destnîşan kir ji ber ku rêvebirên HUDA PAR wan ziyaret kirine ew pirr kêfxweş bûne. Ji ber vê yekê esnaf ji wan re teşekur kir.
“Tişta herî girîng ya me li vir dide sekinandin dikanên wan in”
Ji esnafan Metîn Gok Bakî Olgun, Suat Saglik, Omer Karasu, Erdal Kok, Bedrettîn Turkmen diyar kir ku ew di derheqê mijarê de nehatine agahdarkirin. Dûvre wan wiha diyar kirin: “Pirsgirêkên me gelek in. Tê gotin ku dê dikanin werin xerakirin. Dê însan mexdûr bibin. Gelo dê cî bidin me en ne? Em nizanin. Di derbarê mijarê de daxuyanî nehat dayîn. Heke dikanên li ser çem bên xerakirin dê em koç bikin. Tê gotin ku dê werin xerakirin. Lê nehatiye diyarkirin ku dê esnaf çi bike. Heke were xerakirin dê esnaf koç bike.”
Esnaf wiha pê de çû: “Li bajarê me koç çêdibin. Bajarê me perçe perçe bû. Çawa di xerakirina li ser çem de fayde heye bi heman şiklê zirar jî heye. Dema ku ev dikan werin xwerakirin dê wek esnaf em çi bikin? Dê em biçin kû derê? Tu cî tune ku em herin wir. Dikanên ku nû hatine sazkirin wekê yên berê çêbûne. Bila werin li ciyê ku çêkirine mêze bikin. Her tişt çewt hat çêkirin. Wekê ku esnaf odixwazst nehat çêkirin. Çewtiyên ku heta niha hatin kirin ji xwe çêbûn. Qe nebe bila ji vir pê ve çewtî çênebin. Beriya amadekirina zemînê heke were xerakirin ev ji bo bajêr zerar e. Heke wiha bidome dê esnaf vê derê terk bike. Heyf e. Em xwedî li memleketê xwe derkevin. Ev bihar tê em nikarin biçin mal bistînin.”
Her wiha esnaf diyar kir ku ji bêkariyê ew nikarin qet bixebitin û dê bihar were ji ber ku rewş nediyar e ew nizanin çi bikin. Ji ber vê yekê wan xwestin bila rêvebir di derbarê mijarê de agahî bidin wan.
“Divê beriya biryarên ku di dirbarê esnafê de tên dayîn divê li esnafê bêşiwirin”
Ji esnafan Îsmaîl Karakoyun, Umît Gultekîn, Burhanettîn Sayan, Sedat Demîr, Sabahattîn Yuva diyar kir ku îş û kar tune. Dûvre wan wiha li axavtina xwe zêde kirin: “Li tu esnafê neşêwirîne. Qe nebe divê ku di derbarê xerakirinê de agahî bidin me da ku em xwe gor wê yekê eyar bikin. Her esnaf wek 200-300 hezar TL deyndar e. Em nikarin razînin. Bêkarî zêde ye. Em ji ber nediyarbûna xerakirnê ne dikarin mal bistînin û ne jî bifroşin. Tu rêvebir di holê de naxwiyê.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.