Esnafê Êlihê bo qutbûnên ceyranê çareyekê teleb dike

Esnafê Êlihê bo qutbûnên ceyranê çareyekê teleb dike

Li Êlihê ji ber ku ceyran bênavber qut dibin esnaf bi derd û kûl e, esnafê ku ji qutbûnên ceyranê gazinan dike diyar dike -ku bila mişkîleya wan a di warê ceyranê de bê çareserkirin.

Di serî de dikandarên Kolana Banqeyan a li Taxa Çarşiyê û bi giştî jî gelek dikandarên li navenda çarşiyê  ji ber ku ceyran gelek caran qut dibin ji DEAŞê re bertek nîşan dan û teleb kirin ku mişkîle bên çareserkirin.

Mahmud Kayayê ku li Kolana Banqayan zêrfiroşiyê dike derheqê mijarê de diyar kir ew wek dikandaran bi vê rezaletê re rûbirû dimînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em wek dikandaran zehmetiyê dikşînin. Di ser de ceyran tuneye, ma em ê di vî halî de çi bikin?  Vaye halê dikandarên Êlihê di holê de ye? Ji gotina zêde re hewce tuneye. Ew ê bi vî halî heta ku biçe? Em kirê û bacê didin. Însan tên dema ku ceyran tunebe em nikarin tiştekî biwezinînin. Em çareyekek bi lez distînin. Em rojinan seatekê jî  rûyê ceyranê nabînin. Me ne guneh û heyf e? Ew kî kirêya van dikandaran bide?”

 “Di heftiyekê de herî kêm em 2 rojan di nava tarîtiyê de ne”

Esnafê bi navê Mehmet Emîn Yildiz jî derheqê mijarê de diyar kir di heftiyekê de herî kêm 2 rojan ceyrana wan tuneye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Eyb e, guneh e.Bila ji Xwedê bitirsin. Dema ku 5 rojn ji ser dîroka dayîna faturê derbas dibe ceyranê qut dikin. Lê ev 4 sal e ku em di nava heftiyekê de herî kem em 2 rojan di nava tarîtiyê de ne. Li vê derê 300 dikandar hene, çend malbat li vê derê nan dixwe. Ma ev ne gunah e?Kî vî memleketî îdare dike? Gelo tu xwediyê vî memleketî tuneye?”

Dikandarên bi navê Şerafettîn Tamkan, Erdal Kaya, Hasan Ozcan, Nurullah Çinar û Azîz Yuruk  jî ji ber qutbunên ceyranan nerazîbûnên xwe anîn zimên û ji rewşê re wisa bertek nîşan dan: “Me serîlêdana xwe gelek caran kir; lê belê tu rayedar tune ne. Ev 5 sal in ku em vê zehmetiyê dikşînin, esnaf nikare heqê kirêya xwe bide, êdî em hatin ber îflasê û tu kes serê xwe bi meselê naşîne.”

ÎLKHA



































HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.