Eşqa Qur’anê ya xortê astengdar

Eşqa Qur’anê ya xortê astengdar

Ehmet Yalçinê ku ji ber nexweşiya xwe nikare birêve biçe her roj bi erebeya seqetan diçe camiyê û Qur’anê dixwîne, kesên ku xortê astengdar dibînin xweziya xwe lê tînin.

Ehmet Yalçinê 16 salî yê ku li Mexdiya Mûşê dijî ji ber ku di piyên wî de nexweşî heye nikare birêve biçe. Yalçin digel vî halê xwe yê astengdar her roj bi erebeya seqetan bi alîkariya hevalên xwe hewil dide biçe Mizgefta Hecî Selahattîn Memîş da ku Qur’ana Kerîm bixwîne. Kesên ku vê ezma xwendina Qur’anê ya Yalçin dibînin xweziya xwe lê tînin. Cebraîl Turanê Melayê  Mizgefta Hecî Selahattîn Memîş e di derheqê rewşa Yalçin de diyar kir Ehmet Yalçin  ji ber nerihetiya ji piyên xwe nikare birêve biçe û xortên gund wî li ser pişta xwe dikin û wî tînin mizgeftê.

“Dema ku ez derbasî Qur’anê bûn gelekî kêfxweş bûm”

Ehmet Yalçin di derbarê hînbûna Qur’anê de destnîşan kir dema ku ew derbasî Qur’anê bûye gelekî kêfxweş bûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji sala borî ve diçim camiyê. Carna hevalên min carna kekê min û carna jî melayê gund min tînê camiyê û ji min re dibin alîkar. Dema ku ez ji camiyê jî derdikevim mela ji min re dibe alîkar. Dema ku ez derbasî Qur’anê bûn gelekî kêfxweş bûm. Ez ê înşallah Qur’anê xitim bikim. Dema ku ez şaş dixwînim seyda ya rast ji min re dibêje. Ez û Seyda Cebraîl gelek zêde dixebitin. Dema ku ez nikaribim werim mizgeftê seyda tê qehwê û dersa min dide min.”

ÎLKHA











HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.