Ev Der Ji Feratê Wê De Ye
Li Tirkiyê di demên dawîn de di heqê qeydên dengan û guhdarîkirinên telefon û nîvengan de, niqaşên şedîd diqewimin
Li Tirkiyê di demên dawîn de di heqê qeydên dengan û guhdarîkirinên telefon û nîvengan de, niqaşên şedîd diqewimin. Kesên ku ev teknolojî di destê wan de ye, kesên ku bixwazin resmî yan jî ğeyrî resmî guhdarî dikin û gava hewce bibînin jî, ewan qeydan serwîs dikin.
Di meha Kanûna Pêşîn ya 2013an de, hinek polîs di wesayîta xwe de bi şûşeyên araqa xwe, bi cîhaz û malzemên guhdarîkirinê xwestibûn semînera Huda Parê guhdarî bikin û li ser sûc hatibûn girtin.
Di vê dewra ku kesên guhdarîkirina ğeyrî qanûnî dikin tên mehkûmkirin de, dihat hêvîkirin ku di heqê wan polîsên han de lêpirsîn bê kirin. Lê mixabin ji dêleva îfadeya wan polîsan bigrin, gazî kesên ku ewan polîs li ser sûc girtibûn kirin. Çima? Lewra ev der ji Feratê wê de ye.
Di heqê vê skandalê de hat gotin ku qereqolê gazî namzetê Huda Parê yê Bağlarê Vedat Turgût kiriye û der barê hadîseyê de bi sedema ku ji wezîfeya polîsên memûr re bûne mani’, îfadeya wî hatiye girtin.
Tûrgût wiha got: “Di heqê vê skandala guhdarîkirinê de, ne Walîtiyê ne Wezareta Karên Hundir û ne jî Hikûmetê tu beyan neda. Guhdarîkirinek ya di heqê partiya îktîdarê de bibe, hemî Tirkiye radibin ser piya. Beyan li ser beyanê dikin. Helbûkî me bi dehan kizêkên ku xistibûn teşkîlatên me tesbît kirin û ew bi qamûyê re parve kirin, lê tu kesî ji bo wê beyanek nekir. Em ê kê giliyê kê bikin?”
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.