“Ev doz bi wasiteya şehîdan gihaştiye her deran”

“Ev doz bi wasiteya şehîdan gihaştiye her deran”

Li Zanîngeha Firatê ji teref Koma Xwendevanên Rêber vebernameya ‘Şeva Şehadetê’ hat tertîpkirin, di bernamê de hat diyarkirin doza Îslamê bi wasiteya şehîdan li çar aliyê cîhanê belav bûye.

Di destpêka bernamê de Muhammed Olmezê Serokê Koma Xwendevanên Rêber  diyar kir ji roja ku ew wek kom hatine damizrandin vir ve her tim li gor nirxên civakê fealiyet tertîp kirine.

Olmez di berdewama axavtina xwe de  qala girîngiya şehîdan kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di dîroka me de cihê şehîdan pir cuda ye. Artêşên me li cihên ku çûnê her tim muzaffer bûne. Eşkere ye keda şehîdan di van muzafferiyetê de heye. Her derê axên Îslamê bi xwîna van şehîdan hatiye şûştin û bi xwîna van şehîdan zafer bûne  nesîb.”

Perwerdeker Cevdet Yanilmaz di axavtina xwe ya di bernamê de  destnîşan kir Îslam bi wesîleya şehîdan li her derê belav bûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Wellahî em heyata kîjan şehîdî bixwînin  em ê bibînin her yek ji van şehîdan pêşewayên doza tewhîdê ne.  Hemû jî mînak û qedreke cuda ne.  Her yek ji wan şehîdên me xwediyê taybetî xweşikayiyeke cuda ne. Birayên min ji bo ku mirov bibe Kurd lazim nîne ku mirov bibe Marksîst û Lenîst. Her wiha ji bo Tirkbûnê jî Kemalîstbûnê hewce nîne. Birayên min! Em tabiê pêxemberê Xwedê ne. Rêber û rêzanê me diyar e. Ev doz doza temamê însaniyetê ye.  Pêdiviya temamê  însaniyetê ji vê dozê re heye. Ji ber wê yekê piştî Resûlullah Îslam bi wasitaya şehîdan gihaşt her derê.”

Bername bi duaya ku hat xwendin bi dawî bû.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.