“Ev hewaya serma û baran ji mirina li Helebê çêtir e”
DÎLOK - Malbata Sûryeyî ya ku ji Helebê hatiye û li Entabê ber dikanekî kon vedaye diyar kir ku ji ber şerê Sûrî tu tiştekî wan nemaye.
Malbata Mustafa ya ku ji Helebê ji ber şerê navxweyî hatiye li Entabê ber dikanekana ku kirê kirine kon vedaye di şert û mercên zivistanê de hewl didin rojên serma derbas bikin.
Meryem Mustafaya ku 4 sal berê ji Helebê bi 3 zarok û mêrê xwe ve hat û li Taxa Gazîkent Belkisê sitiriye ji ber ku avahî peyda nekirine dikan kirê kirine û li ber dikanê kon vedane.
Mustafa wiha axivî: “Di encama bombebarankirina Helebê mala me xera bû. Li Helebê tu tiştekî me nema. Dûvre Ez bi mêrê xwe re hatin vir. Hewa sar bû. Em bi zarokên xwe re li vir dimînin. Me li mal geriya lê nedît. Mecbûrî me dikan kirê kir. Ji ber ku dikan pir biçûk e û ji tuwaletê pêştir tiştekî wê tune me vê konê li ber dikanê veda.”
“Ev hewaya serma û baran ji mirina li Helebê çêtir e”
Meryem Mustafa diyar kir qene gorê zarokên wê jî tune ku li xwe bikin. Dûvre Mustafa wiha axivî: “Em li vir di sermayê de rûdinên. Cîranên me alîkariya me dikin. Lê bes ev alîkarî bi zehmet e. Baran dibare. Di ser me de dilop dike. Em çi bikin! Ev hewaya serma û baran ji mirina li Helebê çêtir e. Li vir gelek ehlê Sûrî hene. hemî wekê me rewşa wan xerab e. Wekê ku hûn dibînin qene mont û garên zarokên min jî tune ku li xwe bikin. Zarok dicemidin.”
“Tu tiştekî me tune em bixwin”
Mustafa diyar kir ku ew hewl didin bi sobeya ceyranê xwe germ bikin û zarokên wê ji serma heta sibê nikarin razên. Dûvre Mustafa wiha pê de çû: “Heta em li Helebê bimirin li vir jîna di hewaya sar de çêtir e. Ne mutbax û ne jî bantoya vira heye. Bes tuwalet heye. Tu tiştekî me tune em bixwin. Ji bo ku germ bibin em sobeya ceyranê bikar tînin lê germ nabin. Fatureya ceyranê zêde tê. Em nikarin bidin. Heke em malekî bibînin dê em derkevin. Lê em nabînin.”
Her wiha Mustafa diyar kir ciyê ku ew li wir dijîn biçûk û sar e. Ji ber vê yekê ew hêvîdar in ku desthilatdar wek alîkarî cil û berg û erzaq ji wan re bişînin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.