“Ev mîtîngji wan kesên ku xelkê Kurd û sîyonîstan pêkve nîşan didin re bersivê dide”
Beşdarvanên ku beşdarî mîtînga “Em li Qudsê xwedî derdikevin” bûn destnîşan kir Meydana Îstasyonê bersivê dide wan kesên ku hewil didin xelkê Kurd ê Misliman û sîyonîstan pêkve nîşan bidin dide.
“Em gundekî tenê jî wek paytexta îsraîlê qebûl nakin”
Serokê Platforma Qudsa Azad Mehmet Eşîn derbarê mijarê de ji qerara Trump re bertek nîşan da û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: Em vê qerarê nas nakin û red dikin. Em birêveberîyeke bi navê îsraîl nas nakin û îdareyek bi navê îsraîl jî nas nakin û qabûl nakin. Ji ber wê yekê em ne Qudsê, ne Tel Avîvê, na bajarekî û ne jî gundekî w€k payexta îsraîl qebûl nakin. Îro xelkê Diyarbekirê ji bo vê qerara Trump protesto bikin li vê derê civiyane. Xweda ji HUDA PARê ku vê mîtîngê organîze kir û ji wan STKyên ku destekê dan vê mîtîngê razî be. Meydana Îstasyonê bersivê dide wan kesên ku hewil didin xelkê Kurd ê Misliman û sîyonîstan pêkve nîşan bidin dide. Xelkê Kurd Misliman e, ji navê gelek alim û Selahaddîn Eyyubî derketiye. Em hêvî dikin ev cûr xwepêşan, bername her ku biçe zêdetir bibin û azadî û rizgarîya Quds, ummetê ji Mislimanan re wek xelat bê dayîn.”
Prof. Dr. Silêman Selîm Îbrahîmê ku ji Kurdistana Iraqê beşdarî bernamê bû derbarê mijarê de diyar kir Quds xala lihevcivîna ummetê ye.
“Ev qerar dê bibe wesîle ku Quds cardin ji bin esaretê xilas bibe”
Prof. Dr. Îbrahîm di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ê qerar bibe wesîleya yekîtîya ummetê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev berteka li dijî qerarê tê nîşandan îmana ummetê nîşan dide. Ew ê qerar bibe wesîleya yekîtîya ummetê. Ev qerar dê bibe wesîle ku Quds cardin ji bin esaretê rizgar bibe. Bi vê qerarê hemû tişt derket holê. Înşallah ummet dê zaferê bi dest bixe. Ev mîtîng pir xweş e. Ji ber vê mîtînga ku hatiye tertîpkirin ez ji HUDA PARê re teşekur dikim. Ev qad qada biratîyê ye. Dema ku ev vê qelebalixê digel hev dibînin îmana me zêde dibe. Înşallah ew ê ev mîtîng Mislimanan bike yek.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.