“Ev qerar bi fikarên siyasî hatiye standin û nimûneya bêberpirsiyarîyê ye”
Serokatî destnîşan kir qerara Serokê Dewleta Amerîka ya derbarê Qudsê de bi fikarên siyasî hatiye standin û nimûneya bêberpirsiyarîyê ye.
Ji qerara veguhastina sefareta Amerîka û Qudsê wek paytexta sîyonîstan îlankirinê re bertek hêj tên.
Derbarê mijarê de ji teref Serokatîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin qerara ku ji teref Trump ve hatiye dayîn li gor Tirkîyê di hukmê tunebûnê de ye.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin: “Bi vê qerarê darbeyeke mezin li pêvajoya aştîyê ya li Rojhialta Navîn û hewildanên aştîyê yên Fîlîstîn-Îsraîlê xistiye. Digel vê qerarê derîyê nebaşî, neqencî û xirabîyan hat vekirin. Ev qerara ku dê aştîya Fîlîstîn û Rojhilata Navîn ji kokê rake bi fikarên siyasî hatiye standin û nimûneya bêberpirsiyarîyê ye. Ez lenetê li vê qerara ku hatiye dayîn tînim.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.