Evîndarên Pêxember: Berxwedana Eqsayê, halê dilpêşewata Misilmanan derxistîye holê

Evîndarên Pêxember: Berxwedana Eqsayê, halê dilpêşewata Misilmanan derxistîye holê

Ji bona destekdayîna ji Tofana Eqsayê re ji 5 mehan zêdetir e ji teref Evîndarên Pêxember ve her hefte piştî nimêja înê daxuyanîya çapemenîyê tê tertîpkirin.

Vê hefte daxuyanîya çapemenîyê li ber Camîya Odabaşi Bal hat xwendin. Di daxuyanîyê de bal li ser bêdengî û bêçaretîya ummeta Îslamê hat kişandin û hat îfadekirin ku îdarevanan jî menfeatê welatên xwe didin pêşîya xwe û xelkê Fîlîstînê tenê dihêlin.

Daxuyanîya çapemenîyê bi navê Evîndarên Pêxember ji teref Yakup Kaya ve hat xwendin.

Kaya destnîşan kir ku di van rojên Remezanê de jî êrîşên rejîma îşxalker berdewam dike; digel van êrîşan, birçîbûnî, dorpêç, qirkirin û bêavîyê berxwedanekî bi nav û deng tê nîşandan. Ew di mizgeftên ku hatine xerakirin de li qîyamê ne û ji însanan re dersa sebr û berxwedanê didin.

Xeyn ji çend serokên welatan Misilman, îdarevan û serokên hemû welatan di vê pêvajoyê de derketîye holê ku ew çiqas tirsonek û bêtesîr in.

Kaya îfade kir ku di encamên dawîn de hejmarê şehîdan gihaştîye 32 hezaran, “Dema ku em 70 hezar birîndar û bi deh hezaran windayan jî bidin ber çavên xwe em ê bibînin ku ev qetlîam çiqas mezin e. Şebekeya terorê ku bi vê qetlîamê jî qîma xwe nayne, ji hemû dinyayê re meydanê dixwîne, dorpêç û eblûqeya li ser Xezzeyê zêde dike, amûrên lazimatîyê, xwarin û avê asteng dike ku qetlîam û qirkirina xwe dijwartir bike. Hejmarê şehîdên ku ji ber birçîbûnî û bêavîyê şehîd dibin jî her roj ku diçe zêde dibe. Ji ber xelayê mirinên komî jî ne îxtîmalekî dûr e. Ji xwe daxwaza sîyonîstan jî ev e.”

Kaya, “Mixabin hemû dinya ev qirkirin û qetlîamê temaşe dike. Di nav 5 mehê zêdetir e de ji Xezzeyê re ji alîyê derve ve tiştekî ciddî nehatîye şandin. Ji derbasbûna tirên ku di Derîyê Refahê de disekinin re jî îzîn nayê dayîn. Obala vê qirkirinê li ser bireveberîyên xaîn yên herêmê û hemû Misilmanan e. Xeyn ji çend îdarevanên Misilmanan, di vê pêvajoye de tirsonektîya hemû îdarevanan derketîye holê û hatîye dîtin ku ew bêtesîr in, nikarin tiştekî jî bikin. Berxwedana Eqsa û Xezzeyê, tenê maskeyên emperyalîstan nexistîye xwarê, rewşa dilpêşewata Misilmanan jî derxistîye holê.”

“Wexta hereketê hatîye”

Kaya weha axavtina xwe berdewam kir, “Bi tevî welatê me hemû welatên Îslamê divê êdî xwe ji vê pêvajoya ku hêj ew ji rejîma îşxalker re bazirganîyê dikin û ji wan re tiştan dişînin bikin hesabê, ji xwe zûda wexta xweweşandinê hatîye. Divê derîyê sînora Refahê bê vekirin lê nayê vekirin, li ser vê tiştê jî Emrîqa û welatên dinê yên ku hevparê vê qirkirinê ne bi paraşûtan alîkarîyê ji Xezzeyê re dişînin, ev alîkarîyan ji bo xûşk û birayên me yên Xezzeyî yên xwedîyê îzzetê ne re dibe sedema şikandina rûmetan wan, hem jî ji bo polîtîqaya qirkirinê dibe sedema wext qezenckirinê a ji bo sîyonîstan.”

Kaya bal kişand ku ji bo agirbestekî mayînde û acîl divê bi lez û bez teşebûs bêne kirin û dûre Kaya weha got:

“Ji bo xûşk û birayên me yên Xezzeyî bi taybetî ji bo Remezanê û ji bo Îda Remezanê ji wan re hilmekî baş bê dayîn gavên hewce bi lez û bez bêne avêtin. Ji bo avêtina van gavan hêvîkirina ji dewletên ku hevparê vê qirkirinê ne û ji îdarevanên ku bûne kuçikên wan jî safîtîye. Êdî wexta hereketê hatîye. Divê bi tevî camîaya navneteweyî ji çar alîyê alema Îslamê heyet bêne amadekirin û wan heyetan jî bila biçin ber derîyê sînora Refahê, li wê derê ji bona encamê teşebûsan bikin. Divê ji çar alîyê dinyayê keştî bêna amadekirin û ji bona ku ji Xezzeyê re alîkarî bêne şandin berê xwe bidin benderên Xezzeyê. Bi vê şeklê divê daîma rojevekî tesîrdar bê çêkirin û ji qirkirin û dorpêça sîyonîstan re bê gotin ku êdî bes e.”

“Destekdayîna ji rejîma îşxalker re ku ji teref welatê me ve tê kirin bi lez û bez bila bê dawîkirin”

Kaya weha axavtina xwe domand, “Hêna jî têketina endamên çapemenîyê a ji Xezzeyê re nehatîye mimkinkirin. Sîyonîstan hem rojnamegeran dikujin hem jî têketina endamên çapemenîyê asteng dike, ew bi vê şeklê qirkirin û qetlîamên xwe vedişêrin. Ji bona ku wan qirkirin û qetlîaman ji dinyayê re bêne nîşandan sazîyên çapemenîyê yên îlkeyî û bêalî di nav ewlehîyekî de bikevin nav Xezzeyê, divê ji bo vê tiştê jî îmkan bêne sazkirin.”

Kaya di dawîya axavtina xwe de ragihand ku şandina alîkarîyan a ji Tirkîyeyê ji bo sîyonîstan re jî bi lez û bez bê dawîkirin, “Divê ji bona ku van qirkirin û qetlîaman bêne damezrandin li ber çavê sazîyên navneteweyî delîl bêne komkirin. Bi vê wesîleyê em cardin ji hikumet û rayedaran re bang dikin: Sotemenî, xwarin, hesin, pol û hilberînên dinê ji sîyonîstan re têne şandin, bi lez û bez vana dawî bikin. Ger van tiştan ewakî berdewam bike hûnê jî bibin hevparê qirkirin û qetlîamên li wê derê. Em ji Rebbê xwe daxwaz dikin ku bila vê meha Remezanê ji wehdeta alema Îslamê û şîyarbûnê re, ji azadî û xelasîya xûşk û birayên me yên Xezzeyî re bibe wesîle.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.