Evîndarên Pêxember dawetî bernameyên  “Mewlida Nebî” kir

Evîndarên Pêxember dawetî bernameyên “Mewlida Nebî” kir

Weqfa Evîndarên Pêxember daxuyand ku ew îsal bi şîara “Rêberê Cîhadê Hz. Muhammed (s.x.l)" bernameyên “Mewlida Nebî” tertîp bikin, hemû xelkê dawetî wan bernameyan kir.

Serokê Weqfa Evîndarên Pêxember Beşîr Şîmşek derheqê bernameyên “Mewlida Nebî” de daxuyanî da û got ku ew ji bona ku Pêxemberê me (selat û selam li ser wî be) bê fêhmkirin û sinneta wî bê jîyandin li çar alîyê welat ew ê bernameyan li dar bixin.

“Ewê bi sedhezaran însan Rêberê Cîhadê Hz. Muhammed nas bike”

Şîmşek destnîşan kir ku ew ê bi van beryameyan meydanan bi hezkirina Muhammedî tijî bibin, ew ê xelkê ku evîndarê Pêxember e bi tekbîr û selewetan erd û asîmanê bilerizînin, “Ewê bi sedhezaran însan Rêberê Cîhadê Hz. Muhammed (selat û selam li ser wî be) nas bike. Di çarçoveya bernameyên Mewlida Nebî de şîara me ya vê salê ‘Rêberê Cîhadê Hz. Muhammed’ hatîye diyarkirin.”

“Însanîyet ji edalet, azadî, aştî û hizûrê re birçîmaye û di nav lêgerînekî mezin de ye”

Şîmşek diyar kir ku “Şîara me Cîhad e” û dûre weha got, “Çîmkî alema Îslamê, ummeta Îslamê û xelkên dinê yên cîhanê ji însafê despot û hêzên zaliman re mehkûm mane. Însanîyet ji edalet, azadî, aştî û hizûrê re birçîmaye û di nav lêgerînekî mezin de ye. Çavê mirovên ku bêparastin in, bêxwedîne, çavên pîrekên mezlum û zarokan li hêvîya xelaskarekî ye, dilê wan di nav hêvîya xelasîyê de davêje.”

“Encax rêbertîya Hezretî Muhammed dikare ji dinyayê re edalet û aştîyê bîne”

Şîmşek bal kişand ku bêguman ev xelasker jî Hezretî Muhammed (selat û selam li ser wî be) e, “Hemû kes mecbûre ku teslîmê rêbertîya Wî bibe. Çîmkî rêya wî rêya berxwedan û qîyamkirina ji zilmê re bû. Rêya wî rêya hakimkirina edalet û heqîyê bû. Rêyekî tenê heye ku heq û mafên mezluman û bindestan bide wan û wan bighêjîne edalet û azadîyê, ew rê jî encax rêya Pêxember e. Encax rêbertîya Hezretî Muhammed (selat û selam li ser wî be) dikare ji dinyayê re edalet û aştîyê bîne, encax ew dikare heq û heqîqetê bilind bike.”

“Ew ê li Êlih, Wan, Diyarbekir û Stenbolê berna bêne tertîpkirin”

Şîmşek hemû xelkê dawetî bernameyên ku lidarbixin kir û derheqê cîh û dîroka bernameyan de agahîyan da:

“Cîh û dîrokên bernameyên ku em ê lidarbixin hatine plankirin: 27ê Nîsanê roja Şemîyê li Edeneyê, 21ê Nîsanê roja Yekşemê li Êlih û Wanê, 28ê Nîsanê roja Yekşemê li Dîyarbekirê û 5ê Gulanê roja Yekşemê li Stenbolê mîtîng bêne lidarxistin. Em hemû Evîndarên Pêxemberan, hemû xûşk û birayên xwe yên ku bi sinneta Wî re girêdayî ne, hemû xelkê xwe bi zilamî, pîrekî, ciwanî, îxtîyarî û zarokî dawetî meydanan dikin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.