Evîndarên Pêxember derheqê bernameya meha sehebeyan de daxuyanî belav kir

Evîndarên Pêxember derheqê bernameya meha sehebeyan de daxuyanî belav kir

Weqfa Evîndarên Pêxember ê ku bi minasebeta meha Mijdarê meha sehabîyan e bi temaya “Stêrkên ku Rêya me Ronî dikin” bernameyek tertîp dike, derheqê xebatên xwe yên îsalî de daxuyanîyan belav kir.

Weqfa Evîndarên Pêxember ê ku di nav vê mehê de plan dike ku bernameyên eshabîyan tertîp bike, derheqê eshabîyên ku ew ê îsal qala jiyana wan bikin de agahîyan da.

Daxuyanîyê Yahya Ograşê Berdevkê Weqfa Evîndarên Pêxember xwend.

Ograşê ku bi silav û rêzên ji Pêxemberê me Hz. Muhammed (selat û selam li ser wî be) re dest bi daxuyaniyê kir weha got; Wî got ku sehabeyên Pêxember (selat û selam li ser wî be) Îslamê wek rêberê jiyana xwe qebûl kirine û wan bi stêrkên ku di reşiya şevê de dibiriqin dane ber hev û destnîşan kir ku ew yekemîn civata misilman a serketî bûn ku di perwerdehiyê de derbas bûn.

"Sehabe, hevalên pêxember û alîgirên doza wî ne"

Ograş, destnîşan kir ku sehabiyan cemaeta ewil in ku bi pêxember re li ser prensîba "Jiyan, îman û cîhad e" tetbîq kirin û weha got, "Divê ku em eshabîyan navêjin paşgohên xwe ku ew ‘ewil ferdên mirovahîyê ne, û ew kesê ku serê ‘ewil Îslamê qebûl kirine ne û bi tevî ev mirovahîyên xwe di nav sîstema şîrkê de micadeleyê tewhîdê dane, divê ku ev jiyana wan jî bê zanîn. Sehabe, hevalên pêxember û alîgirên doza wî ne. Wan eshabîyan şexsîyeteke wisa xweşik û nazenîn in ku ji bona ku banga ehlê kufrê asteng bikin micadeleyê kirine, ji tu êrîş û şermezarîyê netirsîne û di rêya Xwedê de bi tevî canê xwe, malê xwe micadeleyê kirine wan can û malên xwe jî feda kirine.”

Ograşê ku di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku Qurana Pîroz derheqê eshabîyan de weha dibêje, “Ummeta ev ê herî bi xêr ê ku ji mirovahîyê derketîye holê” û “Muminên sadiq ên ku ji Xwedê û Resûlê Xwedê re alîkarîyê kirine…” Ograş di berdewama axavtina xwe de weha got, “Di sureya Tevbeyê de weha tê gotin, ‘Yên ji sehabeyan Muhacir û Ensar ên ku di nav wan kesên pêşî de ketine Îslamê û xizmetên qenc kirine û yên ku bi qencî û xweşkayî li pey wan hatine; Xwedê ji wan razî ye û ew jî ji wî razî ne û Xwedê ji wan re cennetên ku di bin wan de çem diherikin amade kiriye û her û her tê de bimînin.’ Û bi vê ayetê mizgîn hatîye dayîn.”

“Sehabe, ji me re bûne kesên ku anîtina mîrasa nubuwwetê heta roja me, nesleke ku di navbera Misilmanan û sinnetê de bûne pirek in”

Ograş destnîşan kir ku Pêxember bi îfadeyên "Di dîroka mirovahiyê de nesla herî baş, yê ummetê yê herî baş, yên ku bi agirê cehennemê naşewitin, ehlê cennetê ne" pesnê sehabeyan daye. Derheqê xebatên ku îsal bên kirin de jî weha axivî:

“Weke Weqfa Evîndarên Pêxember di vê mehê de di çarçoveya 'Meha Mijdarê Meha sehabîyan' de ku me di sala 2015an de ragihandibû, em hewl didin ku sehabeyên cuda nas bikin û ji jiyana wan sûd werbigirin. Îsal di çarçoveya çalakiyên salonê de dê Ebû Ubeyde Bin Cerrah ku ji sehabeyên ku wek cennetê hatiye mizgînkirin û şahida Kerbelayê Zeynep Bintî Elî radiyallahu anhu were axaftin. Di nav xebatên îsalê de ew ê di hemû temsîlkarên me de ji eshabîyên zilaman; Abdullah bin Selam, Amir bin Füheyre, Ebu Dücane ve Ebu Lübabe, ji sehabîyên pîrekan jî Ümmü Gülsüm binti Ukbe, Ümmü Hakim binti Haris, Zeyneb binti Abdullah û Büsre binti Saffan bên axavtin û qalkirin.”

Ograş di dawîya daxuyanîyê de weha got, "Weke Weqfa Evîndarên Pêxember em bawer dikin ku şopandina eshabeyên jin-zilam wê di çarçoveya nimûneyan de wek salnameya ahsen-î ji bo rizgariya me bibe çavkaniya îlhamê. Ew bûne nesleke ku pirên di navbera misilmanan de.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.