Evîndarên Pêxember: Dev ji şandina xwarin û amûran a ji sîyonîstan re berdin û destê xwe tevlî xwîna mezluman nekin

Evîndarên Pêxember: Dev ji şandina xwarin û amûran a ji sîyonîstan re berdin û destê xwe tevlî xwîna mezluman nekin

Evîndarên Pêxember dîsa ji bo Xezzeyê di kolanan de ye, weqf her în piştî nimêjê daxuyanîya çapemenîyê li dar dixe û vê carê jî di daxuyanîya xwe de bang kir ku bila dev ji şandina xwarin û amûrên çekan a ji rejîma îşxalkeran re berdin.

Evîndarên Pêxember vê hefteyê jî li ber Camîya Abdurrahman Enç ku li navçeya Rezana Dîyarbekire daxuyanîyê xwendin.

Daxuyanîya çapemenîyê bi navê Evîndarên Pêxember ji teref Ercan Fîdan ve hat xwendin.

“Ger ku hûn dixwazin vê qirkirinê bidin sekinandin minasebetên xwe yên leşkerî, sîyasî û bazirganî bidin sekinandin”

Fîdan îfade kir ku îro li Xezzeyê qirkirin û zilmekî ku di dîrokê de nehatîye dîtin pêk tê û ev zilma ku ji teref rejîma sîyonîst ve tê kirin jî ne ku ji ber Xezze ziîf e an jî ew biqewet in e, ev zilm ji ber îxtîlaf û cudabûna Misilmanan pêk tê, “Rejîma îşxalker ku li hember HAMASê zayîadên mezin digre û wek kewan dibe nêçîr heyfa xwe li Xezzeyê ji sîvîl, zarok û pîrekan distîne. Ew li Xezzeyê ji 3 hezarî zêdetir qetlîaman li dar xistine. Di êrîşên rejîma terorê de 14 hezar jê zarok, 9 hezar jê pîrek tevde 30 hezar Fîlîstînî şehîd bûne. Di vê wehşetê de 73 hezar xûşk û birayên me jî birîndar bûne. Bi dehhezaran însanên mesum jî di bin kavilan de ne.”

Fîdan weha got, “Peyamên şermezarkirinê ên ji bo sekinandina vê wehşetê pere nake. Ger ku hûn bi rastî jî dixwazin vê qirkirinê bidin sekinandin, pêşî minasebetên xwe yên leşkerî, sîyasî û aborî bidin sekinandin. Ji sîyonîstan re xwarin û amûrên çekan neşînin, bi vê şeklê destê xwe tevlî xwîna mezliman nekin.”

“Firotina amûran a ji sîyonîstan re wehşetekî mezin, cenewarî û namerdîye”

Fîdan, îfade kir ku li Xezzeyê arvan, birinc û dexl nemaye, însanan bi êmên heywanan ji xwe re nan lêdixistin lê êdî wî êmê jî nemaye, “Êdî em li cîhekî wisane ku dewra gotinê qedîyaye. Li Xezzeyê 2 milyon însan ji ber ‘polîtîqaya hiştina birçîbûnîyê’ ji mirinê re hatine terkkirin. Li Xezzeyê bi hezaran, zarok, pîrek, ciwan û îxtîyar ji ber xelayê ji mirinê re hatin terkkirin.”

Fîdan îfade kir u rejîma terorê bihezaran sûca herbê li dar dixe û ew alîkarîyan jî ji bona ku Xezzeyîyan qetil bikin wek amûrekî bikar tînin.

“Em di rêya Mescîdî Eqsayê de çi fedekarî li ser me dikeve amadene ku bi cîh bînin”

Fîdan daxwazîyan diyar kir û weha got:

“Teşkîlata Hevkarî ya Îslamê di civîna xwe ya ku roja Sêşemê lidarxistibû de biryar girt ku ew ji Xezzeyê re ji bona ku alîkarîya însanî û tibbî, av û ceryanê temîn bikin ew ê qorîdora însanî vebikin. Divê ev qerar li ser qaxizê nemîne û bi fiîlî bê nîşandan. Em bang dikin ku bila ji bona ku sazî û dewlet hereket bikin gavên ku bi çavan têne dîtin bavêjin.”

Fîdan, “Em ji bona ku rejîma îşxalker hesaba qetlîam û wehşeta ku li Xezzeyê li dar dixe bide banga çalakîya acîl û hevkar dikin. Di biryarê de hat îfadekirin ew ê ji tu teşebûsên rejîma îşxalker re ku xelkê Fîlîstînîyan ji axên wan derxin re îzîn nedin û red dikin ji bona vê tiştê divê hûn gavan bavêjin. Em ji Efrîqaya Başûr, Komolarî, Cîbutî, Bolîvya, Bangladeş, Venezuela, Şîlî û Meksîkayê re ji bona rejîma sîyonîst di dadgehê de bê darazandin xebatan li dar dixin teşekur dikin.”

Fîdan di dawîya axavtina xwe de weha got, “Em wek Evîndarên Pêxember cardin dibêjin; Em li cem hemû çalakîyên fermî yê ku diçe azadîya Mescîdî Eqsa û Fîlîstînê ne û destekê didin. Em bi tevî canê xwe, malê xwe, xwîna xwe û ewladê xwe li cem Mescîdî Eqsaya ku qîbleya me ya ewil e û xûşk û birayên xwe yên Fîlîstînî ne. Em di vê rê de çi li ser milê me dikeve ji bona ku bi cîh bînin ji hemû fedekarîyan re amade ne.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.