Evîndarên Pêxember ji kovara 'Girgir'ê rereaksiyon nîşan da
Platforma Evîndarên Pêxemberji karîkatura kudi kovara Girgirê de hat weşandin û tê de ji Hz. Mûsa û nirxên Îslamê re heqaret dihat kirin re reaksiyoneke tund nîşan da.
Di daxuyaniya ku di derbarê karîkatura ku hatiye weşandin de hat dayîn de ji heqareta ku hat kirin bertek hat nîşandan û hat diyarkirin ji kîjan pêxemberî tê kirin bila bê kirin ferq nake ev heqaret nayên qebûlkirin.
“Ev kovara ku karîkaturên bi qustaxî diweşîne hewil dide ku Mislimanan tahrîk bike”
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat destnîşankirin temamê pêxemberên Xwedê bi wezîfeya rîsaletê şev û roj ji bo xelasiya însanetiyê xebitîne û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “ Çawa ku di heyama wan de kesên ji wan bawer nekiribin û nanqorî kiribin hebin dîsa di îroya me de jî heman însan hene. Ev cûr însan dema ku firsetê dibînin heqaretî muqaddesatan dikin. Kovara Girgirê ya ku aîdî koma ku Rojnameya Sozcuyê derdixe ye di derheqê Hz. Mûsa de karîkatureke sosret weşandiye. Ev kovara ku karîkaturên bi qustax diweşîne tinazên xwe bi pîroziyên me Mislimanan dike û hewil dide Mislimanan tahrîk bike. Em wek Platforma Evîndarên Pêxember vê êrîşa bi qustax şermezar û telîn dikin. Û em wan dijminên pêxember bi agirê cehennema Rebbê xwe ya ku ‘sotemeniya wê kevir û însan’ in mizgîndar dikin. Lewra ev êrîş alamet û nîşane ne ku ji teef kesên ku hebûna muqaddesatan tehemûl nakin û kîndar in ve tên kirin. Em ji van êrîşkaran re dibêjin; hûn bixwazin û nexwazin jî dê Xweda nûra xwe temam bike.Naxe bi kîn û nefreta xwe bicehimin.”
Di dawiya daxuyaniya ku hatiye dayîn de heqareta ku hatiye kirin hat tel’înkirin û hat destnîşankirin divê hemû kesên ku bawerî bi Xweda û pêxember anîne ji vê heqaretê re bertek û reaksiyon nîşan bidin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.