“Ew bûyerên 6-8ê Cotmehê bo xerakirina hawirdora hizûrê çalakiyên provakatîf bûn”

“Ew bûyerên 6-8ê Cotmehê bo xerakirina hawirdora hizûrê çalakiyên provakatîf bûn”

Wezîrê Edaletê Abdullah Gul derheqê bûyerên 6-8ê Cotmehê de diyar kir ew bûyerên 6-8ê Cotmehê bo xerakirina hawirdora hizûrê çalakiyên provakatîf bûn.

Wezîrê Edaletê Abdullah Gulê ku bo ziyaretinan  hat welatê xwe Entabê li Nexweşxaneyên Bajêr lêkolînan kir. Gul piştî lêkolînan pirsên rojnamevanan ên derheqê rojevê de bersivand.

Rojenamegerek ji ber minasebeta salvegera şehadeta Yasîn  Boru û hevalên wî de pirsa salvegera şehadeta Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de ji teref PKK/HDPyiyan ve hatin qetilkirin û tevlîkirina kesên ku êrîşan danepekirin a pêvajoya darizandinê kir.

Wezîr Gul pirsa rojnameger wisa bersivand: “Tirkiye dewleteke hiqûqê ye. Em jî bêterefbûna darazê bawer dikin. Li Tirkiyê dadgeh û dozger wezîfeya xwe bi cî tînin. Em digel raya giştî pêvajoyê dişopînin. Ew bûyerên 6-8ê Cotmehê bo xerakirina hawirdora hizûrê çalakiyên provakatîf bûn. Ew ê tu kes nikaribe biratî, digelheviya vî milletî xera bike, kesên ku dê bixwazin vê yekê xera bikin   ew ê li pêşber darazê hisabê bidin. Em digel hev niha pêvajoyê dişopînin.”(ÎLKHA)










 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.