Ew ê bi talîmata Serokkomar ji Somalî re alîkariya tibbî bê kirin

Ew ê bi talîmata Serokkomar ji Somalî re alîkariya tibbî bê kirin

Berdevkê Serokkomartiyê Îbrahîm Kalin derheqê êrîşa bombeyî ya ku li Somaliyê hat kirin de destnîşan kir ew ê bi talîmata Serokkomar ji Somalî re alîkariya tibbî bê kirin.

Îbrahîm Kalinê ku Berdevkê Serokkomartiyê ye  derheqê êrîşa bombeyî ya ku li Somaliyê hat kirin de ji ser hisaba xwe ya fermî daxuyaniyek da. Kalin di daxuyaniya ku belav kir de destnîşan kir ew ê bi talîmata Serokkomar ji Somalî re alîkariya tibbî bê kirin.

Kalin di berdewama daxuyaniya xwe de wisa got: “Em wê êrîşa terorê ya ku hatiye kirin şermezar dikin. Em ji Xwedê bo wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane rehmetê û bo kesên birîndar jî şifayê teleb dikin. Bi talîmata Serokkomar ji Somalî re alîkariya tibbî bê şandin û ew ê ji wir ve jî kesên birîndar bên anîn.”

ÎLKHA






 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.