Ew ê Harekata Cîhada Îslamî li Xazzê meşên girseyî li dar bixe

Ew ê Harekata Cîhada Îslamî li Xazzê meşên girseyî li dar bixe

Harekata Cîhada Îslamî ya Filistînê bi navê “Rakirina dorpêçê û Qewîkirina Yekîtiyê” dê roja înêmeşeke girseyî tertîp bike.

Harekata Cîhada Îslamî destnîşan kir ew ê di 8ê Îlona 2017an de (sibe)  li temamê camiyên Xazzê piştî nimêja înê kom  bibin  û ji bo “Redkirina dorpêçê û tesqîdkirina yekîtiya neteweyî” li bajêr meşan li dar bixin.

Di daxuyaniya ku hat belavkirin de hat destnîşan kirin ew ê komên ku ji camiyan dest bi meşê bikin dê li Kolana el-Vîhdeya li Qada Xahrayê kom bibin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin wiha hat gotin: “Meş ji bo ew êrîşên ku ji teref siyonîstan ve li welatê me û li muqaddesata me tên kirin,  bo ew dorpêça zalim a ku li xelkê me berxwedêr a Xazzê hatiye kirin û bo ferzkirin û cezayên ku tên dayîn bên şermezarkirin; û her wisa bo qewîkirina cepheya daxilî û qewîkirina yekîtiya neteweyî  dê bê lidarxistin.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.