“Ew tiştên ku li Mescîdî Eqsayê diqewimin ji bo ummetê îmtîhanek e”

“Ew tiştên ku li Mescîdî Eqsayê diqewimin ji bo ummetê îmtîhanek e”

Şêx Îkrîme Sabrî derheqê ji teref sîyonîstên îşxalker ve astengkirin û şehîdkirina Mislimanan de destnîşan kir ‘Ew tiştên ku li Mescîdî Eqsayê diqewimin ji bo ummetê îmtîhanek e.’

Şêx Sabrî di daxuyaniya ku da de destnîşan kir hûn Fîlîstîniyekî/ê ku van deriyên zalim û bi xeter qebûl bike nikarin bibînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew israra xelkê Fîlîstînê ya ji van dedektoran derbasnebûn û berxwedana li dijî van sepanan ew ê rejîma îşxalker mecbûr bihêle ku ew wan deriyan ji wir rabikin. Tiştê ku a niha diqewime êrîşeke ku li hember azadiya îbadetan hatiye kirin û operasyona bi temametî Mescîda Eqsayê bi dest xistine. Encax qiyama Filîstiniyan ji vê yekê re bû mani’ û planên wan xera kir.”

“Ew xewa Ereban ji bo rejîma siyonîst wek destûr û serê xwe pê neêşandine”

Şêx Sebrî di berdewama axavtina xwe de helwesta dewletên ereban rexne kir û diha got: “ Hal ew e ku hêj Ereb di xew de ne û weke ku haya wan ji wan tiştên ku li Eqsayê diqewimin tuneye hereket dikin.  Ew xewa Ereban  ji bo rejîma siyonîst wek destûr û serê xwe pê neêşandine.”

“Di vê heftiyeke dawî de di wan bûyerên ku pêk hatin de şehîd hatin dayîn û bi sedan kes jî birîndar bûn”

Şêx Sebrî di dawiya axavtina xwe de diyar kir ev tiştên ku diqewimin ji bo ummeta Îslamê îmtîhanek e û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Di vê heftiyeke dawî de di wan bûyerên ku pêk hatin de şehîd hatin dayîn û bi sedan kes jî birîndar bûn. Eqsa di xeterê de ye û divê bê rizgarkirin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.