Ewrûpa Tirkiyê Mehkûm Kir
Di sala 2005an de li Sêrtê, ûzman çawîşekî bi gulleyan Ebdullah Aydan kuştibû. Mehkema Sêrtê ya cezayê giran, di heqê esker de qirara beraetê dabû.
Di sala 2005an de li Sêrtê, ûzman çawîşekî bi gulleyan Ebdullah Aydan kuştibû. Mehkema Sêrtê ya cezayê giran, di heqê esker de qirara beraetê dabû. Yargitayê jî, qirara mehkemê tesdîq kiribû.
Li ser vê rewşê, dê û kufleta Ebdullah Aydan, di sala 2010an de, doza meselê birin mehkema Ewrûpa ya heqên însanan. Mehkema Ewrûpa wiha qirar da “Ji bo sekinandina xirecirê bikaranîna sîleh, tepkiyeke zêde mezin e. Tirkiye heqê jiyana welatiyekî xwe ne parastiye. Tirkiyê hê doza tezmînatê ya malbatê bi serî nekiriye. Ev jî nakeve sînorê yargiya adil.”
Bi vî awayî mehkema Ewrûpa, Tirkiyê mehkûmî tezmînata 85 hezar yuroyê kir. Ebdullah Aydan di 2005an de di protestokê de bi gullên cendermê hatibû kuştin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.