Ewrupa Yetîm Elî, ji zarokên erdhejzedeyan re cil û bergan belav kir

Ewrupa Yetîm Elî, ji zarokên erdhejzedeyan re cil û bergan belav kir

Ewrupa Yetîm Elî, li navçeya Îskenderuna Xetayê di bin çarçoveya projeya “Bila Xûşk û Birayên Min Necemidin” de ji zarokên erdhejzedeyan re alîkarîya cil û bergan kir.

Ewrupa Yetîm Elîyê ku bi armanca temînkirina lazimatîya erdhejzedeyan li Xetayê xebatan dabû destpêkirin, wan xebatên xwe didomîne, komele li navçeya Îskenderunê di dikanekî cil û bergan de bernameyekî lidarxist.

Endamên komeleyê li dikanê ji gelek zarokên erdhejzedeyan re sol û cil û bergan belav kir.

Endamê Ewrupa Yetîm Elîyê Necîp Oner, destnîşankir ku ew ji gelek zarokên erdhejzedeyên ku di konteyneran de dijîn re sol û cil û bergan belav kirine.

Oner, îfade kir ku ew ê xebatên wan ên li herêma erdhejê berdewam bike. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.