Ey Birayê min Fesîh!

Ey birayê min Fesîh! Îro salvegera te ya tu gihaştîye huzura Rebbê xwe. Du sal qedîya em ketin sala sisîya. Piştî te bavo û ennê jî li dû te hatin. Em bawerin tu bi tenê nehiştine û niha hûn bihevre ne. Pir dixwestin li dû te werin û bighêjin te. Xwedayê teala ew xwestina wan, ew du'a wan belkî qebûl kir û di demek nêzîk de hatin cem te. Berî vefata ennê, merivak me xewnek dîtibû. Di xewnê go te desmêj digirt û tu bi kêf bû. Ji te sewal kir go "xêre tu desmêjê digre û tu hewqas bi kêfxweşe. Go te got wê dayika min were cemin bibe mêvanêmin, ez hezra wê dikim." Şixwe çend roj çû ennê jî çu ber rehma xweda, înşaellah hûn gihaştin hev. We em tenê hiştin li vê dunya derewîn û fanî.

Erê ey birayê min Fesîh! Heqîqeten tu însanekî dilê wî saf bû û te bi vê safîtîya dilê xwe bawerîkî xweşik bi Rebbê ‘alemê anî bû. Tû ‘aşiqê pêxemberê Xweda bû, ‘aşiqê d’awa wî bû. Şixwe Pêxemberê me Hz. Mûhemmed (âs) jî wanî nabê je: “Însanê dilê wan wekî dilê çûkê (saf û hessas) wê herin cennetê” [Muslîm, Sahîh, Cennet, 27] Em di vêya de şahidin ji te re. Ji biçûkayî de dilekî teyê saf hebû û hetanî tu gihaşt Rebbê xwe jî li ser vê safîtîyê ma.

Ey birayê min Fesîh! Te ji boy d’awa îslamê her tişte xwe feda kir û bi rastî tu ket pêşîyame tevdeka. Wexta tu bibûy mamoste du salê te qedîya bû. Te li gunde kî Pîran mamosteyî dikir. Te xwest tu tayîna xwe bîne nav Dîyarbekir. Bi awakî jî tayîna te hat nav Dîyarbekir. Ez ne şaşbim sal 1998 bû. Hê du-sê meh neqedîya te hat got ez gere îstîfa bikim. Lê ezê çawa ji bavô re bibêjim, nizanim. Tu ji şûna mire ji bavo re bibê je. Te nedixwest tu dilê wî bihêle. Bi awayekî wê gavê min jî jêre got wî jî zêde dengê xwe nekir. Bi rastî min digo wê bixeyîdi wê bertekê nişan bide. Te bi vî awayî gelek caran d’awa xwe xist pêşîya her tiştê xwe.

Te muhacerat dît, û piştî girtina we ya bi hovîtî de te 73 roja dibinçava de gelek îşkence û t’adeyî dît, lê te gavek jî paşde ne avêt. Di hepsû zindana de jî hevalên te şahidê sebr û ‘îbadetû îxlasa te bûn.

Piştî tu ji zîndanê hat berdan jî te d’awa xwe ajot û tu carî sistayî tê de nekir. Piştî her du gurçikê te iflas kirin û piştî wê, neqla gurçikê hat kirin, gere tu zêde lixwe miqateba. Li ser vêya re jî te şev û rojê xwe kire yek û heta roja dawîn jî te dest ji xebata d’ewa îlahî berneda. Te ne got vaye ruhset jimin re heye ezê rûnim.

Erê kekê min, Ew şûşe ya avê di deste de tu car ji ber çavê ma naçe. Ji ber nexweşîya gurçikê 24 se’eta gere av û îlacê te li cem te heba. Li ser vî awayî jî ji boy d’awa xwe ji yekî sax bêtir te xebat dikir û digerîya. Te baş fêhm kiri bû ev heyata dunyayê vala ye cê lîstikê ye. Çawa Xwedayê teala di Qur’ana Piroz de dibêje; “Jiyana Dinyayê encax cê lîstik û kêfê ye. Helbet ji boy kesê xwedî teqwa axret bêtir bi xêre. Ma hêjî hûn aqil nagrin.” (Sûrê En’am Ayeta 32ya) Dîsa weke merhûm Alîya Îzzetbegowîç dibêje; “Jiyan lîstikek ke ku ji ğeyrî yên ku bawer kirine û ‘emelên salih dikin, tu kes bi ser nakeve.”

Gelek tişt hene ez bibêjim. Lê mi xwest îro di salvegera çûna te bi xemgînîya xwe çend tişta bibîrbînim.

Xweda bi rehma xwe te şa bike. Rehma xwe li ennê bavo ke. Û Xweda rehma xwe li temamê mirîyê Misilmana ke.

Daxwaza me ji Rebbê me eve heta nefesa me ya dawîn me ji îman û Qur’anê neke û meşek li ser şopa Pêxembera, şehîda, siddîqa, ewlîya a û însanê qenc û salih bike nisîbê me. Da ku em li axretê bighêjin hev û bi hevre heşir bibin. Amîn.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.