“Eyd ji wan rojên şadî û kêfxweşiyê yên ku bi lutfa Xweda tên îhyakirinre tê gotin”

“Eyd ji wan rojên şadî û kêfxweşiyê yên ku bi lutfa Xweda tên îhyakirinre tê gotin”

Welatîû temsîlkarên partiyên siyasî, STK û saziyan ên li Êlihê di derheqê Eyda Remezanê de peyam dan, di peyama ku hat dayîn de hat ragihandin eyd ew rojên şadî û kêfxweşiyê yên ku bi lutfa Xweda tên îhyakirin in.

Serokê Bajêra Êlihê yê HUDA PARê Davut Şahîn, Miftiyê Bajêra Êlihê Turgut Erhan,  Arîkarê Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê Mela Beşîr Şîmşek, Serokê Komîsyona Lêkolîna Ilmî yê Cemiyeta Mustezafan û Endamê Îttîhadul Ulemayê Mela Evdirrehman Îçlek, Mela Ehmed Varolê Endamê Îttîhadul Ulemayê û Serokê Komaleya Şefkat Eliyê,  Serokê Şaxa Êlihê yê Cemiyeta Mustezafan  Fevzî Aydin, Arîkarê  Serokê Medya û Danasînê yê Platforma Evîndarên Pêxember Mehmet Emîn  Yildiz,  Kenan Çaplikê Serokê  Komaleya  Perwerdekarên Bi Erdem ên Êlihê, Sekreterê Giştî yê Cemiyeta Weşankar û Rojnamegerên Hewzaya Mezopotamyayê Veysî Demîr,  Serokê Komeleya Çapemeniyê yê Êlihê û dîroknas Mehmet Nûrî Çelîk  di peyama ku di derheqê Eyda Remezanê de dan de diyar kir ‘Eyd ew rojên şadî û kêfxweşiyê yên ku bi lutfa Xweda tên îhyakirin in, eyd roja efû û efûkirinê ye, bila eyd  bibe wesîle da ku li ser erdnigariya Îslamê fitn û fesadî nemîne û bibe wesîleya rizgariya temamê Mislimanan.”(ÎLKHA)




































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.