“Ez wek cihûyîyekî hatîme”

“Ez wek cihûyîyekî hatîme”

Wezîrê Karên Derve yê Emrîqayê Blînken, çû Tel Avîvê, bi Netenyahu re hevdîtînê kir û got, “Ez wek Cihûyîyekî hatime li vê derê”

Emrîqayê şeytana mezin desteka xwe ya herî zêde ya ji şebekeya terorê ya sîyonîstan re didomîne. Tugayên Qassam tenê bi çeteyên sîyonîstan re herbê nake, di heman demê de ew bi emperyalîstên kurewî yên ku wan hîmaye dikin re jî herbê dikin.

Wezîrê Karên Derve yê Emrîqayê Antony Blînken çû Tel Avîvê û bi serokwezîrê qaşo rejîma îşxalker a sîyonîst Binyamîn Netenyahu re hevdîtinek lidarxist.

Blînken di civîna çapemenîya hevpar de axivî û got ku ew ji bo qubbeya hesin muhîmmat û cebilxane şîyandine û çek û cebilxaneyên leşkerî yên nû jî di rê de ne.

Wezîrê Karên Derve yê Emrîqayê Antony Blînken dîyar kir ku ew hem bi wezîfeya rayedarîyekî Emrîqayê hatîye û di heman demê de jî ew li gorî gotina wî “Ez wek cihûyîyekî hatime li vê derê” û êrîşên Hamasê jî “Wek meseleya şexsî dihesibînim.”

Blînken dîyar kir ku hejmarê Emrîqayî yên ku di operasyona Eqsayê de mirine herî kêm derket 25 kesan, derheqê êrîşkirina dewlet an jî dewletên dinê yên ji rejîma sîyonîst re de jî axivî û ev bêperwayîya “Teşebûs nekin, em di pişta îsralî de ne” kir. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.