Ezherê Watîkan Rexne Kir
Zanîngeha Ezhera Misrê beyan kir ku, hêj cewaba tebrîknama xwe ya ku ji Papayê nû re şandine wernegirtine.
Zanîngeha Ezhera Misrê beyan kir ku, hêj cewaba tebrîknama xwe ya ku ji Papayê nû re şandine wernegirtine. Ezherê îfade kir ku, ji bo bi Watîkanê re têkiliyên wan normal bibin, divê Watîkan rêz û hirmetê ji Îslam û muslumanan re nîşan bide û di vê de gavên misbet bavêje.
Ezherê, ji ber ku papa Benedîktûsê 16an di kanûna paşîn ya 2011an de li dijî Îslamê xeber dabû, hevdîtinên diyalogê yên bi Watîkanê re sekinandibûn. Her wiha Benedîktûsa 16an di 2006an de jî li zanîngeha Regensbûrgê di xeberdana xwe de, Îslamê bi şîddetê re têkildar kiribû. Ji lew bûbû sebebê tepkiya alema Îslamê, têkiliyên Ezher û Watîkanê jî xera bûbûn. BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.