Facîaya Mayinê
Li herêmê mayin talûkeke mezin in. Li Gevera Colemêrgê li hêla Doskî zarokekî 14 salî pêl mayinê kir.
Li herêmê mayin talûkeke mezin in. Li Gevera Colemêrgê li hêla Doskî zarokekî 14 salî pêl mayinê kir. Zarok bi teqîna mayinê, dijwar birîndar bû. Wî rakirin nexweşxana Geverê. Lê zarokê birîndar li wir can da.
Hadîse li gundê Kulurdê qewimî. Mûxdad Çavmakê 14 salî yê ku ji bo berhevkirina pincar û kovarkan derketibû çolê, pêl mayinekê kir. Gundiyan ew rakir nexweşxanê. Feqet li nexweşxana dewletê ya Geverê can da.
Hat beyankirin ku dozgeriya Geverê di heqê hadîseyê de lêpirsîn daye destpêkirin. BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.