Failên êrîşên li Îranê Îranî ne

Failên êrîşên li Îranê Îranî ne

Hat ragihandin hejmera kesên ku di êrîşên li Îranê jiyana xwe ji dest dan derket 17an û hat diyarkirin failên êrîşên li Îranê Îranî ne.

Weke ku tê zanîn doh di wextên şeveqê de li Tahrana paytexta Îranê êrîşên çekdarî û xwekujî li meclîs û Turbeya Îmam Humeynî hat kirin û di êrîşê de 17 kes jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin kesên êrîşkar Îranî ne.

Serokê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî yê Îranê  Riza Seyfullahî destnîşan kir êrîşkarên êrîşên ku doh di wextên şeveqê de li Tahrana paytexta Îranê li meclîs û Turbeya Îmam Humeynî hatin kirin eslê xwe Îranî ne.

Seyfullahî di berdewama axavtina xwe de diyar kir kesên êrîşkar endamên DEAŞê ne û ji ber ku Îran destekê dide micadeleya bi DEAŞê re  hatiye hedefgirtin.

Seyfullahî her wiha diyar kir heta 58 êrîş ji teref yekîneyên ewlehiyê ve hatine astengkirin .

Her wiha di daxuyaniya ku ji teref  Wezareta  Îstîxbarata Îranê ve hatiye dayîn de hat ragihandin  ji êrîşkaran 5 kes piştî ku tevlî DEAŞê bûne vegeriyane Îranê û her wiha çûne Rakka û Misûlê.

Navên êrîşkaran

Li gor daxuyaniya ku hatiye belavkirin navên êrîşkaran wisa ye: Ferîdun, Seryas, Ebûcîhad û Kerîm.

Li gor agahiyên herî dawî hejmera kesên mirî derket 17an û tev de 46 birîndar hene.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.