Failên Qetlîama Roboskî, Hê Nehatine Tesbît Kirin
Komîsyona jêr ya ji bo qetlîama Robsokî, di bin îdara komisyona meclîsê ya heqên însana de hatiye avakirin. Vê komîsyonê hê jî negihaştiye agahiyên ku dixwaze.
Komîsyona jêr ya ji bo qetlîama Robsokî, di bin îdara komisyona meclîsê ya heqên însana de hatiye avakirin. Vê komîsyonê hê jî negihaştiye agahiyên ku dixwaze.
Komîsyonê, di rapora xwe de hinek pirsên muhîm bêcewab hişt. Di raporê de tenê hat gotin ku bêkoordînasyon hatiye tesbît kirin û wê failên qetlîamê, di dawiya mehkemekirinan de bên tesbît kirin.
Rapor dibêje ku di navbera Mît, Cenderme, Walîtî û qomandariyên mehelî de, bêkoordînasyona îstîxbaratê heye. Îradeya sivîl jî, biqîm û di wext de nehatiye agahdarkirin. Di heyama hadîseyan de xeta hatine kirin.
Her wiha di raporê de, tê beyan kirin ku, debara muhîm ya gundên Roboskî û Bêjûh, qeçaxçîtî ye. Dîsa tê gotin ku bi van agahiyan, kesên emrê êrîşê dane, wê nikaribin tesbît bikin.
Wekî tê zanîn nêzî salek berê, jetên herbê yên ordiya Tirkiyê, di 28ê Kanûnê de, gundiyên Roboskî û Bêjûh bombardiman kiribûn, û 34 kes qetilkiribûn. Digel fail û mesûlên hadîseyê bellî ne jî, deng ne ji hikûmetê, ne ji eskeriyê tê. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.