Faruk Dînç: Susa wek kaxizê turnûsolêye ku zalim û mezluman ji hev diqetîne

Faruk Dînçê Serokê Bajarê Dîyarbekirê yê HUDA PARê ku beşdarî bernameya yadkirina Şehîdên Susayê ku bi minasebeta 30yemîna salvegera Qetlîama Susayê hat tertîpkirin bû û bal kişand ku ev qetlîam dodikeke cudakirina zalim û mezluman e

Ji teref Susa-Derê ve, bi minasebeta 30yemîna salvegera şehadeta 10 Misilmanên ku di tarîxa 26ê Hezîranê sala 1992yan de ji teref PKKê ve li gundê Susaya Farqînê ya Dîyarbekirê hatin şehîdkirin bernameyek hat tertîpkirin.

Faruk Dînçê Serokê Bajarê Dîyarbekirê yê HUDA PARê ku beşdarî bernameya yadkirinê bû, bal li ser mezlumîyeta wan kesên ku di qetlîamê de hatin şehîdkirin kişand û got ku zilma PKKê bi wî rojê dawî nebû, şehadetê Yasîn Boru û Aytaç Baran jî berdeawama vê qetlîamê ye.

Dînç li axavtina xwe bi gotinên yadkirina şehîdên ku di qetlîamê de hatine şehîdkirin re dest pê kir û weha got, “Ez pêşî şehîdên Susayê ku ji teref PKKê ve bi zalimî hatin şehîdkirin û hemû şehîdan bi rehmetî yad dikim. Xwedê Teala bila cihê wan cennet bike. Di ‘eslê xwe de şehîdên Susayê wek kaxizê turnûsolêye ku zêhnîyeta îxaneta kurdî yê ku vê qetlîamê kirîye eşkere dike û zalim û mezluman ji hev diqetîne.”

Dînç, di berdewama axavtina xwe de bal li ser neyartîya PKKê ya li Îslamê kişand û weha got, “Dema ku em herin salên ku qetlîam hatîye kirin PKK, bi taybetî pîrek-zilam, zarok-îxtîyar hemû kesên ku li gorî ayet û hedîsan dijîn û Îslamê dijîn serjêkirîye. Wê demê îmkanekî van Misilmanan ku ji bo dengên xwe bighêjînin ciheke, ji ciheke re tiştek bibêjin an jî xwe îfade bikin tunebû. Wan wehşîyên xwînmij bi neyartîya Îslamê hereket kirin û mirovên ku li Mizgeftê îbadetê dikirin qetil kirine.”

“PKK, neyartîya xwe yê li Îslamê veşêr nade û bihevre bûna xwe ya bi wan kesên ku ji rê derketîne re eşkere dike”

Dînç, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku Yasîn Borîyê ku 6-8ê Cotmehê bi wehşetî hatin qetilkirin û Aytaç Baranê ku 8 meh paşê dema ku here mala xwe hat şehîdkirin berdewama Qetlîama Susayêye û axavtina xwe weha domand, “Yanê xeyn ji çavên ku nabîne û dilên ku hatine kevirkirin hemû kes lazim e ku gerek vê tiştê bibîne. Em bi vê wesîleyê hatine şehîdên Susayê yad dikin. Em îro ji bona ku PKKyê ku qala aştî û xweşikîyê dike û di dîroka wî de ev tişt hene nîşan bidin li vê derê ne. Vana hêna jî li parlamentoyê neyartîyên xwe yên li Îslamê bang dikin; bi qeskirina Pêxemberê me qala 500 sal berê dikin û neyartîyên xwe veşêr nadin û eşkere dikin ku ew li alîyê fikrên ji rê derketîne. Van şehîdên ku li vê derê di bin ‘erdê de ne nîşan didin ku vana çiqas zalim in û ew jî ji bona vê zalimtîya wan delîl in.”

Dînç, di dawîya axavtina xwe de weha got, “Em şehîdên xwe bi rehmet, qatilên wan jî bi lenet yad dikin. Xwedê Teala firsedê nede wan. Bila ji xelqê Kurd re ji bo fêhmkirina zilma wan bike wesîle, ji me re jî çûndina di vê rê de ku şehîdên me yên ‘ezîz ji me re hêştine û berdewamkirina de’wa wan bike nisîb.”

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.