Fealiyetên Alîkariyê Yên Merhamet Eliya Çolig
Komela Merhamet Elî Gida Bankasiya Çolîgê, di meha Gulanê de jî bi alîkariyên ‘eynî û neqdî gelek malbatên feqîr kêfxweş kirin. Li Çabakçûrê komela Merhamet Eliyê, di navbera zengîn û feqîran de dibe pira xêrê.
Komela Merhamet Elî Gida Bankasiya Çolîgê, di meha Gulanê de jî bi alîkariyên ‘eynî û neqdî gelek malbatên feqîr kêfxweş kirin. Li Çabakçûrê komela Merhamet Eliyê, di navbera zengîn û feqîran de dibe pira xêrê. Komelê di meha Gulanê de eqdî û neqdî alîkariya 360 malbatên feqîr kir.
Serekê komelê Mehmet Tamaç weha got “Bi îzna Xweda, heta meha remezanê, malbatên feqîr û mixtacê ku em negihaştibin wan, ew ê nemîne. Em gazî birayên xwe yên musluman dikin ku, di van her sê mehê mibarek de piştevaniya komelê bikin. Pir û hindikiya alîkariyê nabe. Pêxemberê me gotiye ku bi nîv xurbe jî, xwe ji êgir bisitirînin.” BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.