Ferhenga Kurdî
Saziya Zimanê Tirkî Ferhengek Kurdî Amade Dike
Alîkarê serekwezîr û berdevkê hikûmetê Bulend Arinç, ji kenalek xisûsî re diyar kir ku talîmat daye saziya zimanê Tirkî da ku ferhengek Kurdî, ji bo xwendekaran amade bike.
Bulend Arinç wiha îfade kir “Li Tirkiyeyê hinek tişt tên guherandin û tên kirin ku di demên borî de van tişt sebebê îdamê dihatin hesibandin. Polîtîkayên red û înkarê di paş de man. Êdî însanek bi huviyet û nasnama xwe, çawa bixwaze em li gorî wê heqên însanî didinê. Min talîmat daye ku saziya zimanê Tirkî, ji bo xwendekaran ferhengek Kurdî-Tirkî amade bike.”
Wekî tê zanîn berî niha Bulend Arinç anîbû ziman ku zimanê Kurdî ne zimanek medeniyetê ye. Niha jî bi vî awayî xeber dide, manîdar e. (bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.