Fermandarê Pêşmergê: DYE xwest ku em derbasê Rojavayê bibin
Fermandarê Giştê yê Yekîneya Roj Pêşmergê Şervan Derkî diyar kir ku DYE ji wan re gotiye xwe amade bikin û derbasê Kurdistana Sûrî ya di bin kontrola PYDê de ye bibin. Lê PKK û YPG li dijî vê yekê ye.
Fermandarê Giştê yê Yekîneya Roj Pêşmergê Şervan Derkî ji Rûdawê re daxuyanî da. Derkî diyar kir ku DYE ji wan re wek resmî ragihandiye ku ew xwe amade bikin û derbasê Kurdistana Sûrî ya di bin kontrola PYDê de ye bibin.
Gor daxuyaniya Derkî, Yekîneya Roj Pêşmergê (Pêşmergeyên Rojavayê) ya ku jimara wan nêzî 10 hezaran e dê derbasê Rojavayê bibin.
Derkî ragihand ku ji 6 hezar pêşmergeyan 3 hezarê wê li Kurdistana Başûr-Kurdistana Sûrî (Rojava) di qada 80 kîlometreyan de bicî bûne û plana derbasbûna Kurdistana Sûrî jî ji teref DYEyê ve wek fermî ji wan re hatiye ragihandin.
Di derbarê mijarê de Derkî wiha ragihand: “Plana ew e ku em di heyama beriya xwe de jimra pêşmergeyên xwe bikin 10 hezar. Niha perwerdehiya pêşmergeyên ku nû hatine didome. DYE wek fermî ragihand ku em amade bibin derbasê Rojavayê bibin. Lê PKK û YPG li dijî vê yekê ne.”
Derkî diyar kir ku vê yekê bes PKK û YPG asteng nake. Bi heman şiklê Îran û Sûrî jî asteng dikin.
Her wiha ji rêvebirên pêşmergeyê yekî yê ku nexwest navê xwe diyar bike destnîşan kir heke PKK li Şengalê êrîşê wan bike dê şer li Kurdistana Sûrî belav bibe. Dûvre wî wiha diyar kir: “Jimara Roj Pêşmergeyan kêm nîne û dibe ku li wê bersiveke tûndtir bide.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.