Fesîh Guler Xoce li ser gora xwe wê bê yadkirin

Fesîh Guler Xoce li ser gora xwe wê bê yadkirin

Fesîh Guler Xoceyê ku emrê xwe ji bo Îslamê feda kiribû û 3 sal berê ji ber nexweşîna Covid-19ê gihaştibû Rebbê xwe, îro di seat 18.00an de ew ê li ser gora xwe bê yadkirin.

Fesîh Guler Xoceyê ku ji ber îşkenceyên di pêvajoya 28ê Sibatê de dîtibû nexweş ketibû û ji ber nexweşîna Covid-19ê di 18ê Tebaxa sala 2020an de li Dîyarbekirê di nexweşxaneya ku tedawîyê didît de gihaşt Rebbê xwe, ew ê li navçeya Çinarê bê yadkirin.

Temsîlkarîya Çinarê ya Weqfa Evîndarên Pêxember, bi minasebeta salvegera wefata Fesîh Guler Xoce ew ê di seat 18.00an de li ser gora wî bernameya yadkirinê li dar bixe.

Fesîh Guler Xoceyê ku di salvegera xwe ya 3yemîn de bi rehmet û minnet tê yadkirin, ji ber nexweşîna Covid-19ê û bi tesîra nexweşîna xwe ya gûrçikan wefat kiribû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.