Filinstînê Destek Da Hamasê

Filinstînê Destek Da Hamasê

Li Ğezzeyê, bi minasebeta salvegera şehadeta Ehmed Yasîn û Ebdulezîz Rantîsî, merasîma bîranînê hat lidarxistin

Li Ğezzeyê, bi minasebeta salvegera şehadeta Ehmed Yasîn û Ebdulezîz Rantîsî, merasîma bîranînê hat lidarxistin. Merasîm ji aliyê Hamasê ve hat tertîbkirin û bi hezaran kes tevlî merasîmê bûn.

Di merasîmê de serokwezîrê hikûemeta Filistînê Îsmaîl Heniyye xeber da û wiha got: “Digel dijminantiyan, hîle û dekan û ambargoyan jî, berxwedana xelkê Filistînê nehatiye şikandin. Xelkê Filistînê aşiqê şehadetê ye.”

Heniyye weha gazî Îsraîla rejîma terorê kir: “Hê di destê me de tu sîlehên bikêr tunebû, me hûn ji Ğezzeyê derxistin û qewirandin. Îro berxwedana xelkê Filistînê qat û qat zêdetir xurt bûye.”

Îsmaîl Heniyye bal kişand ser vê yekê ku tekane rêya rizgarkirin û azadiya Quds û Mescîda Eqsayê, berxwedan e û îfade kir ku îro Ğezze yekser derketiye meydanê û ji Yaqaya Rojavayê re dibêje ku li ber îşgalê bi berxwedana wan re ye.

Henîye peyva xwe wiha dewam kir: “Tunel di micadela li ber hêzên îşgalker de stratejîyeke nû ye. Ew ê berxwedêr ji bin û ser erdê li ber îşgalkeran derên. Derew e ku dibêjin eleqa Hamasê bi hadîseyên şîddetê yên li girava Sînayê re heye. Tu rola Hamasê ya siyasî û leşkerî, li Sînayê tune ye.”

Li aliyê din berdevkê Hamasê Samî Ebû Zuhrî jî wiha got: “10 sal bi ser şehadeta sazkerên hereketê ketin. Em di vê heyamê de xurtir bûn. Hejmara beşdarên merasîmê, ji kesên ku dixwazin hereket zeîf bibe re mesajek e.” 

Şêwirmendê medyayê ya serokwezîrtiya hikûmeta Ğezzeyê Tahîr en-Nûnû jî wiha axivî: “Teweccuh û eleqa xelkê ku tevlî merasîmê bûye, nîşan e ku Hamas digel êrîşên hêzên dijmin jî, her roj bihêztir dibe û li ser piya ye.”

Ji sazkerên Hamasê şehîd Şêx Ehmed Yasîn, di 22ê Adara 2004an de, dema ku pey nimêja sibehê ji camiyê derdiket, bi fuzeyên teyarên rejîma terorê hatibû şehîdkirin, şehîd Ebdulezîz Rantîsî jî di 17ê Nîsana eynî salê de, bi helîkopterên apaçî hatibû şehîdkirin

BANGAHEQ

Xeberen Kurdi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.