Fîlm Hat Protestokirin

Fîlm Hat Protestokirin

Li Mûş û Rûhayê Li Ber Fîlma Xebîs Tepkî Hebûn

 Li Mûşê li meydana Belediyê ji teref komela Selam-Derê ve protestoyek hat li dar xistin. Millet bi tekbîr û sloganan tevlî protestoyê bûn.

Bernama beyanata medyayî bi xwendina Quranê dest pê kir. Di protestoyê de Mela Ekrem Derdiyok xeber da û wiha peyivî “Ji bo tel’înkirina şeytanê mezin Emrîka û Îsraîlê, em li vir civiyane. Rojê 17 car em di nimêjan de eşhedê bi navê hz Muahammed tînin. Îro li şexsiyeta wî heqaret tê kirin. Tel’înkirina van heqaretan, nîşana îmana me ye.”

Serekê komelê Cesîm Yilmaz beyanata medyayî xwend û wiha diyar kir “Fîlma heqaretwarî bi destek û piştigiriya Emrîka û Îsraîl, ji alema Îslamê re meydan dixwîne. Emrîka û Îsraîl careke din kîn û qereza xwe avêtine der. Em van melûna tel’în dikin. Musluman li pêxemberê xwe tu heqaretê qebûl nakin.”

Di dawiya bernamê de alayên Emrîka û Îsraîl hatin şewitandin.

Li Rûhayê jî nêzî 40 saziyên sivîl, li ber fîlma xebîs beyanata medyayî li dar xistin. Beyanat ji teref Mahmût Atçiyê ve hat xwendin. Di beyanatê hat îfade kirin ku siyonîst Îsraîl êrîşî can û muqeddesatên muslumana dike, hamiyê Îsraîl Emrîka jî bêşermane heqaretî Quran û pêxemberê me dike. Em çêker û piştevanên fîlmê tel’în dikin, kesên ku li ber vê heqaretê bêdeng dimînin jî şermezar dikin.”

Di dawiya bernamê de beşdaran tekbîr û slogan avêtin.

Li Edenê jî nêzî 30 ciwanan, bi tekbîr û sloganan li ber sefaretxana Emrîka civiyan. Fîlmê protesto kirin. Xwestin sefaretxanê bidin ber kevira. Feqet polîs mudaxele kir û wan desteser kirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.