Fîlmê Helebçe
Fîlmê Qetlîama Helebçe “Nîsfulnehara Bêdengiyê” Hat Çêkirin
Li gor xebera Kurdpressê, derhêner Ebbas Emînî, li ser bombebarana kîmyewî ya li Helebçê, fîlmê belgedar bi navê “Nîsfulnehara Bêdengiyê” çêkir. Fîlm bi beşdariya Pejman Leşkerîpûr û hevkariya hinek hunermendên Kurdistanî yên din, li kanala cîhanî ya Seherê hat çêkirin.
Ebas Emînî derbarê vê fîlmê de got ku ew ji bo lêkolîna qetlîama Helebçê, ji bo nasîna bikaranîna sîlehên kîmyewî û tevkujiyê hem di dema hikûmeta Seddam hem jî di dema îşgalkirina İraqê de ji teref Emrîka ve û her wisa ji bo lêkolîna siyasetên welatên rojava di derbarê anîna malzemên sîlahên kîmyewî de, hatiye çêkirin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.