Finansial Times: Lihevkirina bi PKK'ê re Tirkiyê nêzîkî petrolê dike

Finansial Times: Lihevkirina bi PKK'ê re Tirkiyê nêzîkî petrolê dike

Rojnameya Financial Times di gotareke xwe de nivîsand ku ji bo şirîkatiya petrolê Tirkiyê bi Herêma Kurdistanê re li hev kir; ev polîtîkaya aborî ya Tirkiyê digel 'pêvajoya aştiyê' ya bi PKK'ê re hatiye destpêkirin, digunce.

Rojnameya Financial Times di gotareke xwe de nivîsand ku ji bo şirîkatiya petrolê Tirkiyê bi Herêma Kurdistanê re li hev kir; ev polîtîkaya aborî ya Tirkiyê digel 'pêvajoya aştiyê' ya bi PKK'ê re hatiye destpêkirin, digunce.
 
Rojnameya navborî 'metirsî û sûdên' girêbesta petrolê ya di navbera rêveberiya Herêma Kurdistan û Tirkiyê de saz bûye, nirxand. Di gotarê de hat gotin ku 'lihevkirina bi PKK'ê re Tirkiyê nêzîkî petrolê dike'. 
 
Financial Timesê 'pisgirêka Kurdan' ji bo Tirkiyeyê mîna derfet û avantajekê nirxand.
 
Herwiha destnîşan kir ku rêveberên Tirkiyê, Başûrê Kurdistanê wekî berdewamî û dirêjahiya aboriya xwe ya xwezayî dibîne. Di gotarê de tê nivîsîn ku tevliheviyên herêmê û pêvajoya guhertinê ya sê car in rê li ber serkeftina Recep Tayyîp Erdogan û partiya wî AKP'ê vedike, destê Enqereyê li hemberî doza Kurdî bi hêz kir. 
 
Gotara Financial Timesê wiha didome: "Ger Tirkiye bi hemwelatiyên xwe yên Kurd re li hev bike, dibe ku hêz û nifûsa wê ya siyasî li nav Kurdên derveyî sînor jî zêde bike. Her bi heman awayî piştî hilweşîna rejîma Esed, di vê çarçoveyê de dikare bandorê li Kurdên wir jî bike."
 
Lê ya herî girîng ew e ku Enqere têkiliyên xwe bi Herêma Federe ya Kurdistana Iraqê ya ku di warê aborî û siyasî de 'defacto' serbixwe bûye re bihêztir dike. Di heman demê de ev polîtîka, bi dûrxistina Bexdayê re dibe ku destê dabeşxwazên Iraqê bi hêz bike. 
 
Di hevdîtina Erdogan û Obama ya roja Pêncşemê de sedî sed tê payîn ku Obama ji Erdogan re bêje ku rêkeftina Tirkiye bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malîkî dê zêdetir bavêje nav pêşa Îranê. 
 
Lê Malîkî ji bo veqetîna gel û civakên Iraqê ji her kesî bêhtir kar kir. Ne pêkan e, ji rewşa heyî zêdetir nêzîkî Tehranê bibe, jixwe têra xwe nêzîk bûye. Malîkî, dikare ji bo kêmaniyên mîna Kurd û Suneyan dahatûyeke baş amade bike. Lewma divê Malîkî bê givaştin. Li Tirkiyê jî dê hinek rayedar bêjin ku armanca girêbesta bi Herêma Kurdistanê re hatiye morkirin, jixwe givaştina Malîkî ye."
 
Di qunciknivîsa navborî de hat diyarkirin ku Tirkiye hewl dide xwe zêdetir bigihîne çavkaniyên gaz û petrolê yên Başûrê Kurdistanê. 
 
Herwiha hat nivîsandin ku Tirkiye 'lîstikeke mezin dihûne', lê metirsiyên vê lîstikê jî mezin in. Rudaw
 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.