Fitrew Zekat Ji Bûdîstan Re

Fitrew Zekat Ji Bûdîstan Re

Alîkariyên Ji Bo Muslumana Hatin Berhevkirin Teslîmî Qizilxaçê Bûn

Li Myanmarê zulm û wehşeta Bûdîstan, bêsekin dewam dike. Ziyareta Davutoğlû jî bû skandal. Ev îddîa ji teref qezeta Mîllî hat gotin. Li gor beyana qezetê, alîkariyên ji bo muslumanê Araqanê hatin berhev kirin, teslîmî qizilxaçê bûne, ewê bi xwestina wezareta Tirkiye hem li muslumana hem jî li Bûdîstên qatîl bên belav kirin. Her wiha Davutoğlu li wir gotiye “Dînê Îslam û Bûdîzmê, dînê aştiyê ne.”

Wezîr Davutoğlu, di ziyareta xwe de ji mazûbaniya hikûmeta ku musluman qetilkirine re, kêfxweşiya xwe ya hew dibe nîşan da û qempên Bûdistan ziyaret kir û li wir dînê Îslam û Bûdîzmê bi aşîtî nîşan da. Ji ber van kirin û îcraet jî, ji millet tepkî hat.

Wekî tê zanîn di televîzyon û propagandayan de dihat gotin ku alîkarî ji bo muslumanê Araqanê tên berhev kirin. Feqet heqîqet ne wilo ye. Wan alikarî li Bûdîstên qatîl jî tên belav kirin. Milletê ku fitre û zikatê wan li Bûdîstan jî tên belav kirin, pir nirehet in.

Hat gotin ku eger di pey ziyareta Davutoğlu de, ji zulma Bûdîstên Myanmarê tiştek kêm nebûbe, tê meraq kirin ku gelo ev ziyaret ji bo çi hat kirin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.