Fransa Ji Ber Komkujiya Cezayîz Lêborîn Naxwaze
Dewleta Fransa bi deh salan welatê Cezayîr kiribû koloniyê xwe. Di dewra koloniyê de zulm û wehşetên ku nayên eqlê însan li milletê Cezayîr rast kiribûn.
Dewleta Fransa bi deh salan welatê Cezayîr kiribû koloniyê xwe. Di dewra koloniyê de zulm û wehşetên ku nayên eqlê însan li milletê Cezayîr rast kiribûn. Pey ku Cezayîr serxwebûna xwe bidest xist jî, Fransa dîsa dev ji Cezayîrê berneda. Bi îdarevan û eskeriya di zihniyet û xizmeta xwe de, li xelkê xisûsen li aliyên Îslamî qetlîam û wehşetên din rast kirin. Bi sed hezaran însan hatin qetil kirin. Van zulm û wehşetên wan, di dewra ku cepha rizgariya Îslamî hilbijartinan qezenckir de jî dewam kir. Fransa milyonek û nîv însan qetil kiribûn.
Niha serekcimhûrê Fransa çûye Cezayîrê. Li wir wê di meclîsê de bipeyive. Lê serekcimhûr Françoîs Hollande, di civîna medyayê de îfade kir ku, di xeberdana meclîsê de, ji ber sûcên dewra koloniyê, wê ji Cezayîr uzrê nexwaze, wê wan sûcan qebûl neke û wê tenê rastiyan bêje.
Françoîs Hollande bi serekcimhûrê Cezayîr Ebdulezîz Bûteflîka re hevdîtin pêk anî. Temsîlkarên 14 partiyan xwestibûn ku Hollande, ji bo sûcên dewra koloniyê uzrê bixwaze. Hat gotin ku wê ziyareta Hollande du rojan dewam bike.
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.