Ğannûşî: “Hineka Dixwest Ku Nahdayê Ji Hev Parçe Bikin”
Serekê giştî yê hereketa Nahdaya Tûnûsê Raşîd el Ğannûşî îfade kir ku, rewşa Tûnûsê ber başiyê ve dimeşe û wê di nêz de, bi îzna Xweda derkeve rexê silametiyê.
Serekê giştî yê hereketa Nahdaya Tûnûsê Raşîd el Ğannûşî îfade kir ku, rewşa Tûnûsê ber başiyê ve dimeşe û wê di nêz de, bi îzna Xweda derkeve rexê silametiyê.
Raşîd Ğannûşî wiha dewam kir “Niha em ji bo sazkirina hikûmeteke nû dixebitin. Di vê hikûmeta nû de, ji ğeyrî her sê partiyan, wê partiyên din jî hebin. Em dixwazin heta dawiya vê heftê, lîsteyê bibin meclîsê.”
Ğannûşî li ser hedef û sûîqesta Belîd jî wiha got “Bêşek bi wê cînayetê, şoreş û îstîkrara welêt kiribûn hedef. Xwestin bi wê cînayetê hikûmetê xerabikin, li ber îrade millet bisekinin. Hinek kesên neytxerab jî, xwestin ku bi ser navê Cîbalî, hereketeke cûdakar ava bikin. Lê xelkê Tûnûsê, bi vê hîla qirêj hesiyan û li parlementoya xwe xwedî derketin, bi meşa milyonekê destek dan pêvajoya guherbar.”
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.