Gazinên Malxeraban
“Xaniyên Me Tevî Eşyayên Me Xerakirin, Em Meğdûr Bûn”
Li Batmanê bi îddîa ku bêqanûnî hatine avakirin û li ser riya Batman û Sêrtê dimînin, hinek mal ji teref wezîfedaran ve hatibûn xerakirin. Di çaxa xerakirinê de di navbera polîs û malxeraban de pevçûn qewimîbûn. Çend kes hatibûn desteserkirin.
Piştî xerakirinê, xwediyên xaniyan gazinên xwe diyar kirin û dan zanîn ku di hadîseyê de hatine meğdûr kirin. Ji malxeraban xaltiya Rewzete wiha got “sarinc û televizyon û firaqşok û cilşok û qanepên me tev bi xanî re hatin hedimandin. Me meğdûr kirin.”
Metîn Behlan jî wiha îfade kir “Tu meseleke me bi tu wezîfedarekî re tune ye. Em ne li pey araziyê ne. Ji xwe min arazî hîbeyî dewletê kiriye. Me dixwest em meğdûr nebin. Hinek medya diyar kir ku malên me kolît in. Helbûkî mala min sê qatiye. Îja çawa dibe kolît? Em dixwazin îdarevan meğdûriyeta me hilînin. Li multeciyên Sûriyeyî kon û av û xwarin belav dikin. Helbûkî em welatiyê vir in. Niha em bi zar û zêçên xwe li derve mane. Min 70 hezar lîra zirar kiriye.”
www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.