Gaziya Ji Bo Mescîda Eqsayê
Yekîtiya alimên misluman ya dinyayê, gazî îdarevan û xelkên welatên mislumanan kiribû ku destekê bidin Mescîda Eqsayê
Yekîtiya alimên misluman ya dinyayê, gazî îdarevan û xelkên welatên mislumanan kiribû ku destekê bidin Mescîda Eqsayê. Hamasê beyan kir ku ji vê gazî û xwestina destekê kêfxweş in.
Ji mensûbên polîtburoya Hamasê Îzzet er-Reşaq, di heqê gazîya han de xeber da. Reşaq wiha got: “Li ber hewlên rejîma terorê yên yahûdîkirina Mescîda Eqsayê û jibêrkirina şopên îslamî, divê bilez dest bi hereketê bê kirin. Em gazî hemî Filistîniyên li hundir û derveyê welat, Ereb û xelkên welatên mislumanan dikin ku destekê bidin qibla xwe ya ewil, lê xwedî derkevin û li ber îşgalê bisekinin.”
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.