Gaziya Zewahîrî
Divê Ummet Li Somalî Li Ber Hêzên Îşgalker Herbê Bike
Lîderê hereketa el Qaîdeyê Eymen ez Zewahîrî gazî ummeta Îslamê kir ku li Somalî li ber hêzên îşgalker şer û ceng bikin.
Eymen Zewahîrî wiha got “Emrîkayê mexlûb nikare rasterast şer bike. Xwe dide piş hinek xaînan û frotiyan. Emrîka ji Efğanîstanê vekişiya, li İraqê meğlûb bû, sefîrê wê li Bîngaziyê hat kuştin, alayên wê li Qahîre û li Sanayê hatin daxistin, di şûna wan de alayên Tewhîd û Cîhadê hatin aliqandin. Êrîşên li sefaretxaneyên wê, eşkrere dike ku Emrîka zeîf e.”
Lîderê el Qaîdeyê gazî muslumana kir ku destekê bidin birayên xwe yên Somalî. Lewra muslumanên Somalî li ber ordiya modern ya xaçperestan şer dikin. Qe nebe ji bo wan dua bikin.
Eymen Zewahîrî gazî alimên Îslamê kir û wiha got “We fetwa dida ku divê li ber kafirên îşgalker cîhad bê kirin. Kanî fetwên we? Fetwên we di îşgala Rûsê qomonîst de hatin belav kirin. Gava Emrîka kete Efğan û ‘Iraq û Somaliyê, çima deng ji we derneket? Xweda di ayetê de ji ehlê kîtêb soz û sond girtibû ku wê emrê Xwedê beyan bikin û veneşêrin. Rabin mesûliyeta li ser xwe bi cîh bînin û li ber îşgala xaçperestan, pêşîvaniya ummeta xwe bikin.” www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.