Ğelayê Li Ğezzeyê Da

Ğelayê Li Ğezzeyê Da

Li Ğezzeyê ğela heye! Ğezzeya ku di bin ablûkaya siyonîst Îsraîl de wek hepseke ser vekirî ye, ev bi salane ihtiyaciyên xwe bi rêya tunelan bidest dixe.

Li Ğezzeyê ğela heye! Ğezzeya ku di bin ablûkaya siyonîst Îsraîl de wek hepseke ser vekirî ye, ev bi salane ihtiyaciyên xwe bi rêya tunelan bidest dixe.

Tunelên ku roj bi roj zêde dibûn û hejmara wan hezarî derbas kiribû ji bo Ğezze xwedî giringîyek mezin bûn.

Meha borî êrîşek hate kirin û 16 ‘eskerên Misrê hatin kuştin. Misrê ji ber vê yekê hukum kir ku kesên êrîşke bi wasîteya van tunelan êrîş kirine û pêvajoya girtina van tunelan destpê kir.

Filistînî beyan dikin ku, neqliyata ku li ser tunela bu ji dehî ketiye yekî û ji ber vê yekê jî xelq bi tepkî û bi tirse.

Di sûkan de bihayê fêkiyan gelek giran e. Ji derzî bigrin heya bi ta her tişt buha wê hatiye zêde kirin û Filistînî şîkayet dikin ku îdî qeweta wan a kirîna ihtiyaciyên xwe nema ye.

Bi girtina tunelan li Ğezzeyê sektora înşe’etan jî hat ber seknê. Filistînî dibên, tuccarên Misrê yên ku girtina tunelan ji xwe re firset dîtine bihayên tiştan zêde dikin.

Teklîfa Hemasê jî ew e ku an tunel ji nû ve werin vekirin an jî di navbera Misir û Ğezzeyê de herêmeke serbest ji bo tîcaretê bê vekirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.