Gelê Kurdistana Başûr êrîşa ku li Pêşmergeyan hat kirin şermezar kir û xwest ku ew ji herêmê derkeve

Gelê Kurdistana Başûr êrîşa ku li Pêşmergeyan hat kirin şermezar kir û xwest ku ew ji herêmê derkeve

Piştî êrîşa ku ji teref PKKê ve li Pêşmergeyan hat kirin re nîşandayîna bertekêntund a li dijî PKKê berdewam dikin.

“Tu bê dest deynî li ser gundê min û li ser erdê min û bîstan min û tu bêjî ev yek heqê min e ev yek zilmeke mezin e. Wê çaxê çi ferq di navbera te û dagirkerên Kurdistanê de dimîne?”

Di vîdyoyeke ku hatiye girtin de tê dîtin ku xelq nerazîbûna xwe ya li dijî PKKê nîşan dide û li ser navê kesên ku kom bûne kesek wisa dibêje: “Bila PKK vê bizanibe. Ev der ne cihê we ye. Cihê xebata we hemû kes dizane. Cihê xebata we, Şirnex e, Cizîr e, Amed e , Dêrsim e, Edene ye. Tu here li wê derê xebata xwe bike, here li wê derê berxwedanê bike. Dema ku te vê yekê kir ew ê tu zanibe û bibîne ka em li pişta te yan na!Belê tu bê dest deynî li ser gundê min û li ser erdê min û bîstan min û tu bêjî ev yek heqê min e ev yek zilmeke mezin e. Wê çaxê çi ferq di navbera te û dagirkerên Kurdistanê de dimîne?Eve heqîqeteke veneşartîye:Hebûna PKKê bi giştî li Kurdistanê û bi taybetî jî li Şingalê li gorî planeke navdewletî ye qurban. Dewleta Îranê, Nûrî Malikî, Fetlawî û kesên mîna wan di pişta vê planê de hene. Kesên ku destekê didin PKKê naxwazin ku aramî li vî welatî hakim bibe û her û her fitne û alozî lê hebit.”

“Ji vê derê here, cihê te li bakur e, xebata xwe bibe wê derê û şerê xwe ji nav me bibe”

Di berdewama vîdeoyê de tê dîtin ku xelq PKKê li başûr navxwaze û daxwaz dikin PKKê ji herêmê derkeve û wiha tê gotin: “Bila PKK biçe xebatên xwe li çiyayên Diyarbekir û Dêrsimê bike. Ger vê yekê bike em li dijî wan rabin wê demê bi rastî em xaîn in. Lê rastîyek heye ku ew jî ev e: Em li dijî PKKê ne. Bavê çi karê te li vê derê heye û tê şora xwe anîye vê derê û doza azadîya bakur ji vê derê dike? Eva çi pirsyar e?Eva çi eql û mentiq e? Ji ber vê yekê divê em tevde bibin yek û li dijî PKKê rabin û jê re bibêjin: ‘Ji vê derê here, cihê te li bakur e, xebata xwe bibe wê derê û şerê xwe ji nav me bibe.”

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.